Cîhan

Biden bi telefonê çi ji Barzanî re got

Joe Biden cîgirê serokê Amerîkayê, êvariya roja çarşemê 31.08.2016ê telefona Mesûd Barzanî serokê Kurdistanê kir û pê re çend mijarên giring û aktuel di rojeva Îraq, Kurdistan û herêmî de gotûbêj kirin.Cîgirê serokê Wîlayetên Yekgirtiyên Amerîkayê li hember serketinên vê dawiyê yên Pêşmergeyê Kurdistanê li cenga şerê dijî terorîstên DAÎŞê li baskê Xazirî kêfxweşiya xwe nîşan da, pesna mêrxasiya pêşmergeyê Kurdistanê kir û sersaxî li serok Mesûd Barzanî û malbatên şehîdên cenga dijî terorê kir. Biden silavên serok Obama gihanidin Mesûd Barzanî û serdana şandeya herêma Kurdistanê bi seroaktiya Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê bo Bexdayê û civînên bi serokwezîr û berpirsên balayên Îraqê re bilind nirxand û bi gaveke erênî wesif kir.Cîgirê serokê Amerîkayê hêvî xwest ku serok Barzanî bi siyaseta xwe ya hekîmane wan pirsgirêkên ketina pêşiya pirosesa siyasiya Herêma Kurdistanê çareser bike.Şerê dijî terorê, amadeakriyên operasyona azadkirina Mûsilê mijarên din yên peywendiya telefoniya navbera cîgirê serokê Amerîkayê û serokê Kurdistanê bûn û her du alî li hember wê yekê gelek kêfxweş bûn ku pilana operasyoan azadkirina Mûsilê bi başî birêve dice û tekîd li ser berdewamiya hevahengî û hevkariya navebra hêzên pêşmergeyê Kurdistanê, leşkerê Îraqê û hêzên Amerîkayê de kir.

Back to top button