CivakPolîtîk

Divê kurd aşitîyê bikin siyaseta xwe ya bingehîn

Partiya Maf û Azadiya (HAK-PAR) HAK-PAR Divê Kurd aşîtiyê bikin siyaseta xwe ya bingehîn Em îsal 1ê Îlonê, Roja Aşîtiyê ya Cîhanê, piştî hewla kudetaya xwînî ya 15ê Tîrmehê, ku gel dakete kolanan û pêşî lê girt, di Rewşa Awarte da pîroz dikin.Em îsal 1ê Îlonê, Roja Aşîtiyê ya Cîhanê rewşeke weha da pîroz dikin, ku di nav sala çûyî da bi navê îlankirina rêvebiriya xweser, ku bû sedema mirina bi hezaran, kavilkirina dehan bajarokan û bi kolana xendekan bajar bûn qada şer, bi teqandina seyarên bi bombe barkirî di cihên ku bi sedan xelkê sivîl tê da ne û bi van teqînan navenda bajaran bûn xerabe.Her weha em îsal 1ê Îlonê, Roja Aşîtiyê ya Cîhanê rewşeke weha da pîroz dikin, ku dewleta Tirk mafê çarenûsî ya gelê Kurd wek “metirsiya netewî” bi nav dike û bi bi vê hincetê, bi tanqên xwe ve dikeve Cerablûsê, di nav axa başûrê rojava ya welatê me ango Kurdistana Suriyê. Mixabin hem welatê me, hem Rojhilata Navîn û hem jî herêmên din yên dinyayê hîn jî ji encamên wêranker yên şer û pevçûn û çalakiyên terorîstî xelas nebûne.Bazirganiya çek û sîlahan bi hemû hêzên xwe hîn jî berdewam e, çirûskên şer her roj cihekî dişewitînin. Şerê Yekemîn û Duwemîn ê Cîhanê tenê çar sal ajotin. Lê belê şer û pevçûnên li herêma me bê navber didomin.Statukoya ku encama parvekirina herêmê ya bi destê emperyalîstan e, her dem şer û pevvçûnan bi xwe ra tîne. Aboriya wan “hêzên super” di heman demê da li ser bingeha bazirganiya çek û sîlahan ava bûye û her rageşiya ku li ser navê “aşitiyê” ew hêz beşdar dibin, dibe sedem ku li herêmê hejmara çek û sîlahan zêdetir bibe û şer û pevçûn hîn gurtir û kûrtir bibin.Û bê guman ev şer û pevçûn, êş, elem, kavilbûn û dijminahiyên kûr li pey xwe dihêlin. Mixabin, li Afganîstan, Lîbya, Iraq û Sûriye û hin welatên din, ku di demên dawî da her gav di rojeva cîhanê da ne, rewş bi vî awayî ye.Rejîmên kevneperest yên herêma me, ku nexwestin pirsgirêkan bi riya nûjen, demokratîk û aştiyane çareser bikin, bûn sedema şerê navxweyî û her weha ev helwest bû hincet, ku dewletên dereke mudaxaleyê welatê wan bikin.HAK-PAR baş dizane ku aşitî bi destê dewletên dagirker û rêxistinên terorîst yên xwînmij û şerxwaz, yên ku berjewendiya emperyalîstan bingeh digrin û bi destê bazirganên çek û sîlahan va nayê. Ji bo ku aşitî pêk were, divê pirsgirêkên ku dibin sedema şer û pevçûnan bi riya dadwerî bên çareser kirin.Û her weha ger aşîtî; dadî, wekhevî û azadiyê ji xwe re bingeh bigre, dikare bibe aşîtiyeke mayende. Ji ber vê yekê jî, ger gelê Kurd mafên xwe yên bingehîn bi dest bixe, dikare li Tirkiyê û Kurdistanê aşîtiyeke mayende pêk were.Em wek HAK-PAR, ji bo jiyaneke aştiyane û wekhev, federasyonê daxwaz û pêşniyar dikin. Bi boneya 1ê Îlonê, Roja Aşîti ya Cîhanê bangewaziyên xwe dubare dikin:- Divê artêşa Tirk bi leztir ji Kurdistana Rojava vekişe. – Divê Tirkiyê hewl bide ku pirsgirêka Kurd ya di nav tixûbên xwe da bi riya dadî û demokratîk çareser bike û her weha divê Kurdên li der tixûbên xwe wek “metirsî ji bo ewlekariya netewî” bi nav neke.- Divê bê zanîn, heta ku pirsa Kurd neyê çareserkirin, li Rojhilata Navîn aşîtî û aramî pêk nayê. Û divê ev rastî bê qebûl kirin û “bi Kurdan ra aşîtî” bibe siyaseta bingehîn. – Her weha divê PKK jî bi giştî dev ji çek û sîlahan berde û dawî li şerê çekdarî bîne, ku zirarên mezin dide gelê Kurd, tenê êş û elem û kavilbûnê bi xwe ra tîne û tu meşrûiyeta wî jî nemaye.1 Îlon 2016 Buroya çapemeniyê ya HAK-PARê

Back to top button