Bi zorê xortan dibin eskeriyê

Li Qamişlo li Dewara El Wehde nêzîkî resturanta Bab El Hara û nêzîkî Diwara Sony û Dewara Garac û Sewamii, polîsên eskerî yê rêveberiya xweser dest bi operasyona girtina ciwanan kirin ji bo ku bibin eskeriya bi zorê.Ji ber birina xortan ji bo eskeriyê, li herêmên kurdî hejmareke mezin ji ciwanan derketine derveyî welat.Xema malbatên wan ewe ku xortên wan di şerê li dijî Daişê de, li Reqa û Dêrezorê jiyana xwe ji dest bidin.Berî çend rojan zarokekî 13 salî, bi navê Mihemed Izedîn Hisên ji bo eskeriya bi zorê biribûn nava YPG û li Efrînê şehîd bûbû.Avestakurd

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: