Cîhan
Rusya: Em yekitiya axa Suriye diparêzin

Eve demeke Tirkiye hêzên xwe li ser sinorê devera Efrînê bi cih dike. Li dijê YPGê li Efrînê operasyona Tirkiye di rojevê de ye , ev yek tê gotubêj kirin. Li ser vê mijarê berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova Daxûyaniyek da û da kifşkirin ku, ew yekitiya axa Suriye diparêzin û nabê serweriya Suriye bê binpêkirin.Di konferansek rojnemevanî de ji Zaxarova hate pirsîn ku, eger Tirkiye ji bo Efrinê dest operasyonekî bike dê helwesta we çibe?Li ser vê pirsê Mariya Zaxarova got: Li ser bûyerên Suriye helwesta ma eşkereye. Divê herkesek rêzê serweriya vî welatî , yasayên wan û yekparîebûna axa wan bigre.Gelek netewe li Suriye dijîn , ew pirsgirêkên xwe bi hevre çareser dikin.