CîhanCivakPolîtîk

Em hêviyêne ku Kurdistan jî salvegera serxwebûna xwe pîroz bike

Li bajarê Hewlêrê  Mesûd Barzanî Serokê  Kurdistanê beşdarî rêwresma salvegera 241 saliya ragihandina serbixweyî ya Wîlayetên Yekgirtiyê Amerîka kir.Li vê rêwresmê de ku ji aliyê Konsolxaneya Amerîka li Hewlêrê ve hatibû sazkirin, bi amadebûna hejmareke zêdeyê berpirsên siyasî û kesayetî û nûnerên rêxistinên Herêma Kurdistanê û nûnerê welatên biyanî li Hotel Rotana ya bajarê Hewlêrê birêveçû.Li vê merasîmê da Henry Hagard Konsolê Giştî yê Amerîka li Hewlêr bi wekalet li gotara xwe de spasî amadebûna Serok Barzanî li rêwresmê de kir û xweşhaliya xwe nîşanda ku ev merasîm li Hewlêrê birêvediçê. Paşê Douglas Silliman Balyozê Amerîka li Iraqê li gotarek de ji bilî bi xêrhatina Serok Barzanî û mîhvanan behsa peywendî û dostayetiya di navbera Amerîka û Kurdistanê kir û tekez li ser parastin û pêşxistina wan peywendiyan kir. Her li gotara xwe de Balyozê Amerîka li Iraqê ji bilî balkişandina li ser gef û êrîşên terorîstên Da’îş, pêzanînên xwe ji bo qehremanî û qurbanîdana hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê li têkşikandina terorîstan hebû û her wiha parastina pêkhatên neteweyî û oliyên Iraq û Herêma Kurdistanê û hewandina wê hejmara zêdeya penaberan kir.Her li vê rêwresmê de gotara Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji aliyê Felah Mistefa Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Derveyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê hate xwendin. Li beşeke gotara Hikûmeta Herêma Kurdistanê da behsa mafê biryardana çarenivîsa xwe mafekî xwezayî û siruştiya hemû gelane, Amerîka berî 1776 welatekî serbixwe nebû belku roja 4ê temmûza sala 1776 ku gelê Amerîka biryarê da ku xelkekî din nabê êdî hikumraniya wan bike û serbixweyî ya xwe û serbixweyî û azadiya xwe ragihandin.Her wiha li beşeke dinê gotara Hikûmeta Herêma Kurdistanê da balkişand li ser wê yekê ku gelê Kurdistanê piştî wan hemû êş û azarên ku serde hatine biryara xwe daye û dixwaze azad bibê, her wekî çawa Amerîkiyan berî 241 salan biryara di derbarê çarenivîsa xwe da.Li dawiya gotarê da Berpirsê Peywendiyên Derveyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê got: Em temaşa wê rojê dikîn ku gelê Kurdistanê jî salvagera roja serbixweyî ya xwe pîroz bikin.

Back to top button