Civak

Siyaseta Kurdistanê ya petrolê, dê serxwebûnê bîne

Pisporek di warê petrolê de dibêje, siyaseta Herêma Kurdistanê ya petrolê serkeftinên mezin bidest xistine, lewma jî ketiye ber tîrên rexneyên Bexdayê de, lê ew êriş dê vala derkevin û dê serkeftinên mezintir bidest bên ku ew jî serxwebûna Kurdistanê ye.Dr. Rizgar, pispor di warê petrolê û biryarderê berê yê Komîteya Petrol û Xazê di Encumena Nûnerên Iraqê de, ji malpera KDP.info re ragihand: “Hikûmeta Iraqê bi hemû awayekî hewl dide ku Herêma Kurdistanê pêş nekeve, lewma jî em her ku gavekê davêjin ew dijayetiya wê dike. Ne tiştekî nû ne ku ew berê tîrê rexneyên xwe didin Kurdistanê û li dijî wê gilî dikin, lê ev hemû hincet in û bila baş zanibin ku ew biser nakevin û gelek caran jî xwe ceribandine.”Wî pisporî wiha got: “Herêma Kurdistanê her ku ber bi pêşve diçe, Bexda zêdetir hewl dide ku rê li pêşiya wê bigre. Ev hewlên wê jî nîşana serkeftina piroseya Kurdistanê ya hinardekirina petrolê ye. Me qonaxên baş derbas kirine û êdî em jê venagerin û şîrketên herî mezin li ser asta cîhanê tên û girêbestan ligel Herêma Kurdistanê girê didin, ku ev jî bersivek e ji bo Bexdayê.”Dr. Rizgar wiha domand: “Herêma Kurdistanê di siyaseta xwe ya petrolê de serkeftinên mezin tomar kiriye û êdî Bexda nikare rê li pêşiya wan serkeftinan bigre. Piştî vê serkeftinê, serkeftinên mezintir dê werin ku ew jî serxwebûna Kurdistanê ye.” 

Back to top button