Polîtîk

Bi PDK û YNKê gelek problem çareser dibin

Endamê Polîtburoya YNKê dibêje, pir girîng e di qonaxa niha ya Kurdistanê de PDK û YNK bi hevbeşî karwanê xebata kurdayetiyl ber bi pêşve bibin. Herwiha dibêje, di civêna PDK û YNKê me tekez kir ku nabe li Herêma Kurdistanê gelek siyasetên cuda ligel perçeyên din ên Kurdistanê hebin.Derbarê civêna duhî ya PDK û YNKê de, Endamê Polîtburoya YNKê Saidî Ehmed Pîre ji malpera KDP.info re ragihand: “PDK û YNK di dîroka xwe de gelek astengî dîtine, lê bi qurbanî, canfîdayî û gelek ziyan û zehmetî karîne karwanê xebatê bighînin roja îro. Lê niha ji aliyê siyasî û aborî ve hinek astengî derketine, herwiha em di şerê DAIŞê de ne. Lewma jî divê PDK û YNKê vê qonaxê biparêzin û di civîna duhî de me tekez li ser çêkirina yekrêziyekê di navbera hêzên siyasî de kir û me behsa guhertinên siberojê yên navçeyê kir.”Pîre wiha got: “Berpirsyaretiyeke dîrokî li ser milê PDK û YNKê ye û divê bi zelalî ligel aliyên siyasî biaxivin. Me di civîna xwe de behsa gilî û gazinên partiyên Başûrê Kurdistanê kir, û em li ser pirsa gendeliyê û dahatên Kurdistanê axivîn. Me got bila em dîroka xwe kirêt nekin û bila lêkolînên hûr bên kirin û yên ku kêmxemiyê dikin bên cezakirin û yên ku derew û bêbextiyan jî dikin bên dadgehkirin. Herwiha me behsa wê yekê jî kir ku ev herêm yek herêm e û nabe li Herêma Kurdistanê gelek siyasetên cuda ligel perçeyên din ên Kurdistanê bên meşandin û her aliyek bi awayekî reftar ligel wan perçeyên Kurdistanê bike. Divê Herêma Kurdistanê xwedî yek bername û çarçoveya siyasî be.”Seidî Ehmed Pîre wiha got: “Îradeyeke bihêz li cem PDK û YNKê heye bo rêkeftin û çareserkirina arîşeyan. PDK û YNKê rewatî û şeriyeta xelkê bidestve anîne û Hikûmeta Herêna Kurdistanê ava kirine, lewma jî divê ev hikûmet bibe lêvegerek bo her kesekî di nava civaka Kurdistanê de. Herwiha bi PDK û YNKê gelek arîşe çareser dibin.”

Back to top button