Helwesta Îran û Tirkiyê li ser serxwebûna Kurdistana Başûr “Enqere ne li dijî serxwebûnê ye”

Ajandaya Tehran û Enqerê derbarê serxwebûna Kurdistanê de zelal dibe. Pisporên siyasî eşkere dikin ku Tehran ne digel serxwebûna Kurdistanê ye, di hêla din de Enqere – Hewlêr hevpeymanên hev in û serxwebûn di berjewendîya herdu alîyan de ye. Herêma Kurdistanê xwe ji serxwebûnê re amade dike.  Çavê alema cîhanî û yê hemî kurdan li Hewlêrê ye û jibo serxwebûnê roj dihên hejmartin. Demeka dirêj e ku Pêşmergeyên Kurdistanê dijî DAIŞê şer dikin û ev şer hêj bi dawî nebûye pispor û siyasetmedar eşkere dikin ku piştî DAIŞê dê gelê kurd biryarê liser çarenûsa xwe bide û bo wê hindê jî helemetekê dest pê kiriye. Herî dawî bi sponsorîya K24’ê di 15 û 16’ê kanûnê de li Zankoya Amerîkan ya li Duhokê bi navê “Serxwebûna Kurdistanê, Çaliş û Derfet“ konferansek hat li dar xistin. Ji çar perçeyên Kurdistanê nûnerên partîyên siyasî yên kurdan herwisa akademîsyen, nivîskar û dîplomatên berê yên biyanî jî beşdarî vê konferansê bûn. Di konferansê de babeta serxwebûna Kurdistanê ji gelek alîyan ve hat guftûgo kirin. Mijarên sereke yên konferansê derheqê zagonên navneteweyî yên li ser çarenivîsa neteweyan û mafê çarenivîsa miletê kurd, rehendên aştî û asayîşa Herêma Kurdistanê, proseya piştî serxwebûnê, stratejîya hevbeş di navbera Herêma Kurdistanê û welatên rojava, dahatîya Rojhilata Navîn û pirsgirêkên navxweyî yên kurdan de bûn. Guman têde nîne DAIŞê bo jinavbirina destekeft û proseya serxwebûna  Kurdistanê di havîna 2014an de êrîşî Şengalê kir û heta ber derîyê Hewlêrê hat. Ew êrîşa DAIŞê û hewlên wê yên du salan nîşaneya wê yekê ne ku hin zilhêzên herêmî û cihanî ne digel wê yekê ne, Herêma Kurdistanê serbixwe be û modela Herêma Kurdistanê ya li Rojhilata Navîn seqamgîr be. Hêlwesta Tehran û Enqerê çi ye? Pewîstî bi wê pirsê heye, “Gelo kîjan dewleta zilhêz a herêmî û navçeyî naxwaze kurd çarenûsa xwe diyar bikin û azmûna Kurdistan bin keve?” Berîya bi du hefteyan Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Neçîrvan Barzanî bersiva vê dabû û anîbû ziman ku herdu dewletên zilhêz ên cînarê Kurdistanê, Îran û Tirkiyê, helwêstên xwe derbarê serxwebûna Herêma Kurdistanê de eşkere kirine. Serokwezîr eşkere kiribû ku Îran naxwaze Kurdistan serbixwe be û hewl dide Iraqa federal bidome. Hêjayî gotinê ye rûxandina rejima Sedam Hûsên di sala 2003an de valahîya otorîteyê li Iraqê çê kir û rê li ber Komara Îslamî ya Îranê vekir ku li herêmê di warê leşkerî de operasyon pêk bihîne û Bexdayê jî bike yek ji parêzgehên Komara Îranê. Lewre Iraqa fedaral bi vî halê xwe bûye baxçeyê Îranê. Rola Herêma Kurdistanê ya di şerê dijî DAIŞê de û dîplomasîya xurt a Herêma Kurdistanê welatên rojava jî nîgeranîyê bi Iranê re çi dike û Îran bihêzbûna Kurdistanê jibo xwe mîna gefekê dibîne. Gelo helwêsta Tirkiyê dê beramber serxwebûna Kurdistanê çawa be? Serokwezîr Neçîrvan bo Tirkiyê dibêje vî welatî biryara xwe û helwêsta xwe zelal nekiriye. Pisporên siyasî û akademîsyen bale dikişînîn ser pêwendîyên Hewlêr û Kurdistanê û didin zanîn ku Tirkiye digel wê yekê ye ku Kurdistan serbixwe be û piştevanîya vê meseleyê dike. Digel vê nîqaşê, di nava hefteyê de ajansên medyayî behsa wê yekê dikin ku Serokwezîrê Tirkiyê Binali Yıldırım dê serdana Hewlêrê bike. Kurdistan girava demokrasîyê ye Herêma Kurdistanê di dawîya 25 salên dawî de bi parastina mafê mirovan, pêkhateyên etnîkî û dînî jî wekî giraveka demokrasîyê dihêt dest nîşan kirin. Serkirdeyên kurd ji sala 1992an yanî piştî danîna Parlamentoya Kurdistanê mafê hemî pêkhateyan bi qanûn û destûran parastine û bi avakirina atmosferaka demokratîk karîne rê li ber mafê hemî hemwelatîyên Kurdistanê vekin ku mafên xwe yên meşrû bi kar bihînin. Em dikarin vê yekê bi dibistan, medya, nûnerên aşûrî, sûryanî, ermenî, tirkmen, zerdeştî, êzdî jî rave bikin. Li alîyê din nûnerên pêkhate û etnîsîteyên Herêma Kurdistanê gelek caran daxuyanîyan derbarê serxwebûna Herêma Kurdistanê de belav dikin û ew jî dihînin ziman ku ew digel helmeta serxwebûna Herêma Kurdistanê ne û piştevanîya biryara serxwebûnê dikin. Herwiha bi peydabûna DAIŞê re zêdetir ji 2 milyon awareyan berê xwe dane Kurdistanê û li vir bi cîh bûne. Ligor zanyarîyên ji Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê û Dezgeha Xêrxwazîyê ya Barzanî hatine standin ji destpêka operasyona Mûsilê heta niha zêdetir ji 150 hezar penaber hatine Kurdistanê û li kampan hatine bi cih kirin. Orhan Miroğlu: Enqere ne dijî serxwebûna Kurdistanê ye Parlamenterê Mêrdînê yê AKPê Orhan Miroğlu, derheqê helwêsta Enqerê derbarê serxwebûna Kurdistanê de ji heftenamya Basê re axivî. Miroğlu di wê bawerîyê de ye ku Enqere – Hewlêr du hevpeymanên nêzîk in û Enqere ne dijî serxwebûna Kurdistanê ye. Miroğlu wisa got: “Ev daxwaza serxwebûnê dem bi dem dibe rojev. Gelo Herêma Kurdistanê ya Federal  an bi Iraqê re bimîne an jî dê riya xwe çawa kifş bike, ev yek dê bê qise kirin. Rewşa Herêma Kurdistanê ya Federal piştî DAIŞê wê bibe mijara siyasî ya herî girîng. Lê niha şer heye. Peşmêrge digel artêşa Iraqê dijî DAIŞê şer dike. Ji Mûsilê bigire li hin cihên Kerkûkê bi temamî her li ku derê êrîş û talûkeya DAIŞê heye ev her du alî digel hev şer dikin. Heta ev şer xilas nebe zû bi zû mijara serxwebûnê nakeve rojeva kurdan. Helbet piştî DAIŞê dê gelek mijar werin xeber dan. Statuya Şengalê, statuya Kerkûkê, hebûna PKKê ya li Şengalê… Mijara serxwebûnê divê bi vê çarçoveyê were qise kirin an jî dê were qise kirin. Biryara serxwebûnê ya gelê kurd e û mafê gelê kurd e. Lê dive ev yek jî were guftûgo kirin, gelo piştî serxwebûnê dê rewşa Kurdistanê çawan bibe. Ji aborîyê bigire heta siyasetê gelo dê bi kîjan dewletan re têkilîyê dayne û Kurdistaneka çawa dê çê be. Bi kurtasî piştî DAIŞê dê him bo Iraqê him jî bo Herêma Kurdistanê serdemek nû dest pê bike. Heman demê di polîtîkayên derve yên Tirkiyeyê de jî parametreyên nû derkevin holê. Herwiha ez texmîn dikim ku Tirkiye dê dîjî serxwebûna Kurdistanê dernekeve.” Galip Ensarioğlu: Enqere – Hewlêr hevpeyman in Parlamenterê Amedê yê AKPê Galip Ensarioğlu jî diyar kir ku Herêma Kurdistanê hevpeymaneka girîng e bo Tirkiyeyê, bo guftûgoyên serxwebûnê Ensarioğlu fikrên xwe derbirrîn û wiha berdewam kir: “Li gorî qanûna bingehîn ya Iraqê divê Herêma Kurdistanê %17ê ji dahata neftê heqê xwe bigire lê bi salan e ev heq baş nahêt dayîn. Herwisa hin pirsgirêk jî ji alîyê Bexdayê ve dihên derxistin. Bi gelek sedemên cuda di têkilîyên Bexda û Hewlêrê de gengeşî çêdibe. Helbet ev yek meseleya navxweyî ya dewleta Iraqê ye. Lê di qanûna bingehîn ya Iraqê de hatiye destnîşan kirin ku heger Hikûmeta Iraqê berpirsiyarên xwe neyîne cih wê demê Herêma Kurdistanê dikare mafê xwe yê siyasî bi kar bîne û serxwebûnê îlan bike an jî referandumê pêk bîne.” Ziver Özdemir Parlamenterê berê yê AKPê jî amaje kir “Helbet mafê her miletî heye ku biryara siyasî wekî xwerêvebirinê bi kar bîne. Çawan bo her welatîyên cîhanê û dîsa çawan bo her miletê cîhanê ev mafê siyasî ango wê xwe çawan bi rêve bibe heye ev yek bo kurdên Kurdistanê jî heq e û mafê wan e.” Serdana Binali Yıldırım bo Bexda û Hewlêrê Dihêt çaverê kirin ku Serokwezîrê Tirkiyeyê Binalî Yıldırım here Iraqê. Binali Yıldırım dê serdana Bexda û Hewlêrê bike. Serdana Yildirim wekî serdaneka nû ya di navbera Tirkiye û Iraqê de dihêt binav kirin. Gelo ev serdan çawan dihêt nirxandin. Parlamenterê AKPê yê Mêrdînê Orhan Miroglu derbarê serdana Serokwezîr Binali Yıldırım ya bo Bexda û Hewlêrê de ji heftenameya Basê re wiha got: “Ev demeka direj e ku têkilîyên Tirkiye û Iraqê ne baş in. Ez bawer im dê pêvajoyeka nû jibo Iraq û Tirkiyeyê dest pê bike. Ez wisa texmîn dikim armanca vê serdanê pakkirina têkilîyên her du dewletan e. Ji bilî vê yekê têkilîyên Tirkiye û Herêma Kurdistanê jî bi awayekê baş berdewam dike û ez wisa difikirim ku Enqere û Hewlêr jî dê liser mijarên bazirganî û ewlehîyê biaxivin, di çarçoveya mijara ewlehî û bazirganîyê de dê bi Herêma Kurdistanê re jî hevdîtin pêk were.”Gonul Gûn/BasNews 

Nerîna min :