Civak

Bi minasebeta ji dayikbûna Hz. Mesih

Bi minasebeta hatina Cejna Jidayikbûna Hezretê Mesîh, PDKê di peyamekê de gerimtirîn pîrozbahî pêşkişî sercem xuşk û birayên Xristiyan ên Kurdistan û Iraq û cîhanê kir.PDKê di peyama xwe de ragihand: “Cihê şanaziyê ye li cem me ku Herêma Kurdistanê di dîrokê de bûye dergûşa vê kiltûra berfireh û mezin ji ol û mezhebên cuda re, lewma divê em berdewam bin li ser heman canê tebayê û birayetiyê û vê kiltûr û ferheng û şaristaniyê û em pêngavên zêdetir bavêjin ji bo baştirkirina rewşa jiyana welatiyên Kurdistanê û bihêzkirina bingehên seqamgîrî û aramiyê di bin siya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de.”PDKê wiha domand: “Tevî pirsgirêkên navxweyî yên Herêma Kurdistanê, lê Kurdistan bûye penageheke aram û asûde bo bi hezaran xuşk û birayên Xristiyan û derbeder, ku ji navçeyên Iraqê berê xwe dane Kurdistanê û Kurdistanê wek welatê xwe dibînin.Em wek PDKê, di dema ku bi temamî kar dikin ji bo çareserkirina kêşe û giriftan û ji bo başkirina jiyan û rewşa xelkê Kurdistanê bi giştî, hevdem em berdewam hewl didin ji bo dabînkirina hemû mafên rewa yên hemû pêkhateyên Kurdistan.”

Back to top button