Bi jimara 115an Nûbihar meşa xwe dimeşîne

Bi jimara xwe ya 115an careke din Nûbihar merheba dibêje.

Di vê jimara dawîn de Editorê kovarê Süleyman Çevik bi nivîsa xwe ya bi navê “Beriya her tiştî samîmiyet” de balê dikşîne ser xebatên derdorên îslamî yên dema dawîn ku li heremên Kurdan bi xurtî têne kirin.
Di vê jimara de hevpeyvînek têr û tijî bi Remezan Alan re heye. Alan di hevpeyvîna xwe de li ser kitêba xwe Bendnameyê û edebiyata Kurdî ya îroyîn tiştên balkêş dibêje.
Zana Farqînî li ser şîroveya li ser Mem û Zînê ya Perwîz Cîhanî nirxandinek nivisiye û di nivîsa xwe de li ser ziman, kesatiya Xanî, uslûba Perwîz Cîhanî, ciwankarî û gelek mijarên din sekiniye.
Ayhan Meretowar li ser kitêba Sebahattin Gültekin ya ku navê wê “Ro li ser zarawaya Kirmanckî Xebata Gramerî” ye nivisiye.
Rahmetullah Karakaya jî li ser Mela Abdurrahman Durre û kitêba wî ya Kurdnameyê sekiniye.
Murad Celalî li ser kitêba Adranik ku li ser Dersimê û du wergerên wê nivisiye.
Abdulkadir Gök behsa romana Dewrêşê Evdî van demên dawîn Eyüp Kıran nivisiye dike.
Dr. Omer Uluçay jî li ser romana Zênayê ku nivîskarê wê Mezher Bozan e sekiniye.
Bi van nivîsan û bi hevpeyvîna Remezan Alan meriv dikare bibêje jimara vê kovarê bûye dosyaya edebiyat û kitêbên Kurdî yên girîng.
Nivîsa Perwîz Cîhanî ya li ser ergatîvan û nivîsa Abdullah İncekan a li ser nivîskarê Alman yê navdar Günter Grass jî gelek balkêş in.
Nivîsa Abdulhakim Gunaydin jî li ser nivîskara navdar Prof.Dr. Şukriye Resûl e.
Wekî her jimarê di vê jimarê de jî ji Bediuzzeman Seîdê Nûrsî wergerek heye.
Wekî din keda Zilkîf Xweşhêvî, M.Munir Timurtaş, Mûrad Dildar, Mihemed Feraşînî, M.Nezîr Basneyî, Cengiz Aytmatov, Omer Dilsoz, , Hesen Polat, Dilazad, Evdirehîm Çekîn jî di vê jimarê de heye…
Bi helbestên xwe Rojen Barnas, Nizar Qebbanî, Huseyn Şemrexî, Mahmud Derwîş, Mevlana Celaleddînê Rûmî, Sidîq Gorîcan, Mesûd Serfiraz, Kamran Simo Hedilî, S.Ahmed Kaya, Dilşad Mutî, Mehmed Ali Sadiq, Cemil Denli, Merdimîn, Seyda Ronahî û Osman îzol vê jimarê dixemilînin.

Nerîna min :