Kultur

Xewna Narîn Feqe Kurdistaneke azad e

Narîn Feqê hunermenda kurd ya ji Kurdistana Sûryeyê di hevpeyvînekê de digel rojnameya War ku, li Duhokê weşama xwe dike,  di bersiva çend pirsan de hindek aliyên jiyan axwe ya hunerî zelal dike û dibêje:

– Ez stiranan ji bo miletê xwe dibêjim û ez hez dikem mûzîk û hunerê xwe, hozanên ciwan û awazên xweş pêşkêşî miletê xwe bikim. Ji bo min serkevtin û binavudengbûn wê demê giringe dema ez bizanim ez ya geheştîme armancên xwe. Xweştirîn tişt ji bo min ewe ku cemawerê min hezjêkirina xwe bo hunerê min nîşan bide, hezjêkirina miletî bo min bese û ev hezjêkirine pitir hêzê didete min weku hunermendek kul i ser karê hunerî berdewam bim.
Narîn herwesa behsa jiyana xwe ya mal û karî dike û dibêjît:

– Heftyê du rojan werzişê dikim û li mal jî dema min gelekê kême û pitiriya demên xwe li ser karê xwe yê fermî li Swêdê diborîn im û ew demê kêm yê dimîne jî  li mal yariyên werzişî encam didim guh didim mûzîkê û digel xêzana xwe demên xweş diborînim.Hunermend Narîn Feqê di berdeamiya hevpeyvîna xwe de  dibêje ku dema dibîne  zaroyekê kurd, bi taybetî yên hejaran, dibîne yan dema şidet li dijî jinên kurd dibîne ew gelek dilteng dibe.

Feqê weke her kurdekî Kurdistaneke azad û serbixwe dixaze û dibêj ku, ji bo wê Kurdistan dayike, evîne, hemû ew peyvin ku li ba wê gelek di xweştivî ne û ew hîvîdare ku, rojekê miletê kurd  li her çar parçên Kurdistanê  azade yê bi mafên xwe şadbûyî bibîneû  êdî kud bê tirs bi zimanê kurdî baxivin.
 Narîn gelek guhdariya stiranên resen dike û  dibê:

– Mihemed Şêxo, Mihemed Arifê Cizîrî, Tehsîn Teha, Miriyem xan, Tahir Tewfîq, ew hunermendin ku berdewam guhdariya stiranên wan dikim çunku dengên resen in û ew deng qet namirin

War/Nijyar Nêrweyî

Back to top button