Cîhan

Ciwanên Swêdê Kurdistaneke azad qebûl kir

Stockholm 8/8/2011- Yakêtiya Ciwanên Sosiyaldemokratên Swêdê di kongreya xwe y avê dawiyê de serxwebûna Kurdistanê pjrand.

Di rojên 2-5ê vê mehê de Yekêtiya Ciwanên Sosiyaldemokratên swêdê (SSU) kongreya xwe li Stockholm a paytexta Swêdê saz kir û nûnerên kongreyê ji hemû derên Swêdê hatbûn.

Roja 5ê mehê roja dawiyê ya kongreyê SSU hemû nûnerên kongreyê deng bo pirojerê kurdistaneke azad û serbixwe da û bi vî awayî pirsa Kurdistanê ket di nav pirogramê navdewletiyê SSU de.

Li dor vê biryara Yekêtiya Ciwanên Sosiyaldemokratên Swêdê, Lawen Redar diblje:
– Me ciwanên esil kurd yên di nava Yekêtiya Ciwanên Sosiyaldemokratên Swêdê de,  xebatek mezin kur û moblîsêra nûneran kir da ku piştevaniya pirojeyê me, Kurdistaneke azad û serbixwe, bikin. Jiber ku li destpêkê rêvebirîya SSU  bihêceta ku pirsa kurd pirsek hesas e, piştevaniya pirojeyê me nekir. Lê em bêdeng neman û me di nav kongreyê de karî dengên piraniya nûnerên bi piştevaniya pêşniyara xwe kom bikin. di roja 5ê mehê de kongreyê, hemû nûneran ku ji hemû derên Swêdê beşdar bûn, pêşniyara me qebûl kir. Bi vî awayî Yekêtiya Ciwanên Sosiyaldemokrat weke rêxistin pêşniyara kurdistaneke azad qebûl kir. Ev jî tê wê manayê ku pirsa kurdistaneke azad ket nav programê navdewletê yê SSU û êdî ew mecbur in wê pirsa di sewyeya navdewletî de minaqeşe bikin û piştevaniyê jî lê bikin.

Back to top button