Wî jî li dijî Esedî bêdengî şikand

Duhî qiralê Siudiyê Ebdula bin Ebdulezîz, li ser bûyerên Sûriya û êrîşên arteşa sûrî bo ser bajaran, kuştin, giritn û îşkencedana xelkê sivîl û xwepêşandanan, bêdengiya xwe şikand û gotarek pêşkeşî desthilat û xelkê Sûryeyê kir.
Qiralê Siudiyê di gotara xwe de daxaza rawestandina êrîşên arteşa sûrî bo ser bajar û hevwelatiyên sivîl kir û got ku paşeroja Sûriya li ser du rêyan e; yan aqil yan jî têkdan û hindabûn.
Wî got jî ku ya li Sûryeyê diqewime ji aliyê Siudiyê ve nayê qebûl kirin û bang li serfîrê xwe yê li Şamê kir ku ji bû şêwirandinê vegere welat.
Qiralê Siudiyê di gotara xwe de daxaz ji kûmeta sûrî kir ku xwînrêtinê birawestîne û dest bi reformên cidî bike û got: ” Siudiye dê bi wacibê xwe yê dîrokî li hember birayên xwe li Sûryeyê tevbigere.