Polîtîk

Hijmareke kadiroyên YNKê îsîtfa kir

Hewlêr 8/8/2011- Çend kadiroyên Yekêtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) ku, hindek ji wan endamên serokatîya YNK û endamên parlamentoya Kurdistanê ne, nameyên îstîfakirinê ji rêzên YNK  dayne Celal Talebanî û serokatiya YNKê.

Li gor rojnameya Awêne ku ji başûrê Kurdistanê bi zaravê soranî weşana xwe dike, her yek ji Burhan Seîd Sofî, Nehro seîd Sofî, parlamenterê berê Telet Xidir, Qasim Ezîz serokê lîsteya YNKê li civata wîlayeta Hewlêrê, Weysî berprisê zêrevanên taybet yên Kosret Resûl,  Hacî Mesîfî berprisê saziya mînhilgirtinê li Kurdistanê û digel hijmareke kadiro û endamên YNKê ku piraniya wan ji Hewlêrê ne, nameyên îstîfayê ji rêzên YNKê pêşkeşî Celal Talebanî û serokatiya YNKê kirine.

Li gor hin jêderên din, hijmara wan kadiroyên ji YNK îstîfa kiriye digehe 35 kesan û dê îrê di preskonferensekê de egerên îstîfakirina xwe ji YNK îlan bikin.

Back to top button