Civak
Polisek hat kuştin û yek birîndar e
Şevîdîn nîvê şevê, çekdarên PKK-ê êrîşek birin li ser xaniyê qeymekam. Bûyer li qeza Bilîsî li Xîzanê pêkhat. Derengê şevê grubek çekdaran xwaniyê qeymekam dan ber guleyan û di encam de polisek jiyana xwe ji dest da û yek jî hate birîndar kirin.
Piştî vê bûyerê rêyên çûyîn û hatina qezayê ji aliyê leşkeran ve hatin girtin. Operasyonek berfireh destpê kir. Di van rojên dawî, taybetî piştî daxuyaniya Murat Karayilan çelakiyên PKK-ê yên çêkdar zêde bûne.