DosyaNivîsar

Bi dijmînatî û propagandayên reş serkeftin ne mumkune û ne jî ahlakîye

Cano Amedî bersiva pirsên Rojevakurd dide û dibêje: Deverên şerê xendekan têde hat ceribandin hemû wargehên kurdewarîyê bûn. Dagirkeran tucarî li wan deran bandor û desthilatdarîya xwe serast nekiribûn.Pirs:Li Bakurê Kurdistanê piştî pêvajoya ”çareseriyê” têkçû, şerek dijwar dest pê kir.Gelo berjewendî û zerera tevgera kurd û gelê kurd li Kurdistana Bakur di vî şerî de çîye?Ji bo sekinandina vî şerî pêwistî bi çi heye?Di baweriya we de cardin pêvajoyek bi navê çareseriyê dikare dest pê bike? Eger dest pê bike  dê çewa be? Bersiva Pirsan:


Cano AMEDÎBerîya her tiştî silav û rêz ji bo rêveberî û xwendekarên malpera Rojevakurd re…  Pêvajoya “çareserîyê”  an jî  bi gotinek din pêvajoya entergasîyon û  dîlgirtina gelê kurd. Ji bo mirov “pêvajoya çareserîyê”  baş fêm bike û binîrxîne, divê ji salên 1999 an vir de, pêvajoya berîya Îmralî û ya heta îro didome baş li ser bisekine û şîrove bike. Guhertina   sîyaseta PKK  di warê ziman û ramanan de, ji 2000 an heta 2004 di nav serûbinekî de bû. Navê partîya xwe, al, nexşe û sembolên gelê Kurd , di sazî û komelan de navê Kurdîstan hate qedexkirin û li şûna wan şorbenîskek ji hevokên bêwate pêk dihat ket rojevê.  Beşek ji bingeha PKKê li hemberî van guhertinan kêfxweşbûn û her tim digotin “heval ev taqtîke”   Beşek  kadro û endamên PKKê,  li dijî  pêvajoya nû helwest nîşandan û veqetîyan an li mala xwe rûniştin.  KADEK, kongra gel û hwd gelek têgeh  û hevok bikar anîn  piştre  bi têgeha “demokratîk”  naveroka “misak-î  mîllî” ji nûh ve tije kirin û mafê dewletbûnê, mafê netewbûnê weke daxwazek rûreşî bi nav kirin.  Parastina  sînorên dagirkeran weke erkek dîtin û li gor daxwaz û hêvîyên dagirkeran helwest nîşandan. 2004 an heta 2012 bingeha pêvajoyek hat amade kirin.  Di 2011 an û 2012 an de,  bi giranî li herema Botan û Çolemergê di bin navê  “teorîya deverên azadkirî” (kurtarılmış alan teorisi) rê li ber zerar û ziyanek mezin vekir û dûre bi fînala rojîya mirinê bi dawî hat. Pişt re di bin navê “pêvajoya aştî û çareserîyê de” listîkek din derket ser dîkê. Aktor û listîkvanên Oslo yê cîhê xwe dan nebîyên îttîahat terakî kemalîstên çepgir.Di bin çavderî, plankarîya û  kordînatorîya  serokê MİTê de pêvajoyek nû dest pê kir. Sereke aktorê wê pêvajoyê jî “kûpê nehênî” şagirti Yalçın Kûçik û karmendê Tuncay Özkan Sırrı Süreyya önder û  ”şoreşgerê kadînê” Ertuğrul Kürkçü, derketin ser dîkê. Di bin çavdêrî û amadekarîya wan de lîstoka  xapînok û ya herî genî, di bin navê “şerê şoreşgerî ya gel” dest pê kir. Encam û destkeftîyên wî şerî di wêneyên Varto, Farqîn, Gewer, Cizîr, Silopî, Sûr, Şirnak, Nisêbînê û deverên hwd de derket holê.  Gelê Kurd çi bidest xist, çi hunda kir mirov li wan wêneya binêre raste rast dibîne. Hewce nake mirov wan wêneyan dûr û dirêj şîrove bike. Lewra ev cîhê hatin hilweşandin û şewitandin her tiştî radixe ber çavan..Encama şerê xendekan carek din nîşanda ku  “Kurd” bi aqilê xwe tevnagerin. Derhenêr û fînansorên dagirker wê herdem lîstîkan amade bikin  “kurd” jî, li ser dîkê wê lîstîkvanbin.  Ji bo em bigîhîjin encamên erênî divê hemû beş û alîyên sîyasî yên cıvata Kurd bi aqilekî Kurdî û bi hestên Kurdîstanî li ser pêvajoya têkçû bisekine û bi nîrxîne. Rexne û xwerexne kirina pêvajoyê  bi zimanek zelal û vekirî bikin şaşîyan raxin ber çavan. Gava şaşî û kêmasî raste rast neyên gotin û her tim rastî bên veşartin em nagîhîjin encamekî. Em hemû baş dizanin ku keştî bi derewan nameşe. Rastî weke kelemek tûje, her dem kevir û hesinan diçirîne û derdikeve holê. Ger mirov bê tirs û bê şik ji xwe û derûdora xwe bipirse, çima, ji bo çi, destkeftî çi bûn, me çi girt çi da, bi amadekarî û pêşkêşkirina derfetan, di encama şerê bajaran de dijmîn bi serket an têkçû? Ger em bersîva van birsan bidin û li pey bersîvan bigerin ez bawerim sibêroj em dikarin xwe şaşî û xirabîyan biparêzin. Lê kampanyaya propagandaya reş dide xuya kirin ku her tişt li gor stratejîyên kûr dimeşe. Armanc  ew e ku rê li ber dewletbûn û serxwebûnê bigirin û li tu perçeyên Kurdîstanê gelê Kurd  bi sernekevin, nebin xwedî statuyek û  nikaribin qedera xwe bi destê tayin bikin.  Xewn û xeyalan dijmîn ev e!Deverên şerê xendekan têde hat ceribandin hemû wargehên kurdewarîyê bûn. Dagirkeran tucarî li wan deran bandor û desthilatdarîya xwe serast nekiribûn. Piştî şerê hovîyane dagirkeran di nav civatê de, dêrûnîya şikestinê zêde kirin û civat tirsîya paşve kişîya. Li alîyekî din civat bi bêdengî û  bi bêhelwestî peyamek da alîgerên  xendek parêz û parêzvanên şerê şoreşgerî ya gel, da ku em wan polîtîka û starejîyên we yên şaş naparêzin. Sazî, komele û endamên partîyên girêdayî PKK û şirîkên wan yên qirase û parlementerên wan piştgirî bida û li rojevê xwedî derketin wê rewş cudabûya. Lê belê derû dora PKKê  bi xwe, ji pêvajo û stratejîya xendekan nebawerbûn û xwe paşve kişandin. Bêdengbûn û bêhelwestîya bingeha PKK ê dagirkeran baş nîrxandin û êrîşên hovîyane dest pê kir.Dagirkeran bi ceribandina şerê kolanan tecrubeyek girîng girt û röntgena bajaran kişand, kêmasî û pêwîstîyên nû çine tespît kirin û li gor wî hêz û qewet di nav bajaran de bi cîh kirin. Bi salane cîhê bandora dagirkeran li ser tunebû îro dibin kontrol û desthilatdarîya dagirkeran de ye. Civat di bin sîya tirs û girtinê de weke rewşa “sê meymûna”  ket nav bêdengîyek kûr.Aborîya heremê bi her awayî têkçû,  rê li ber qeyranên aborî vekir. Civat ji nûve koçber bû, li bajar û bajarokan belav bû, bêkarî her diçe zêde dibe û mirov  nikarin debara xwe bi meşînin.  Ji heremê sermaye ber bi bajarên tirkan ve koçberbû û metrepol û bajarên tirkan di nav gel de weke cîhê “aram” hat dîtin. Ev koçberî û arambûna bajarên tirkan polîkayên asîmlasyonê xurt kir û rê li ber xeta netewî bûnê asteng çêkirin. Armanca seneryoya vala kirin û xirabkirina Kurdîstanê jî yek jê ew bû. Dêrûnîya civatê serûbin bû. Dagirkerên hov bi alîkarîya  pere û girtina kar di nav civatê de tora îstîxbarata xwe carek din nûjen kirin. Di demên dawî de, li heremên şerwan lêhene, gelek kuştin û bûyerên tarî çêbûn. Li gelek cîhî operasîyonên vekirî û taybet hatin kirin. Kuştinên girseyî ku di nav refên şerwan û fermandarên pkkê de pêk hat piranî bi îstîxbarata navxwoyî û  bi piştgirîya “mîlîs”ên du alî pêk hat. Dagirker bi tecruba hezar salane baş dizanin ku gelê Kurd û desthilatdarên wan di du noxteyan de xwedî zaafin. Yek jê pere ye, di hemû deman de bi kar anîne û heta niha jî ev taktîkek gelek serkeftîye. Ya din jî bê îtîfakî û bêbawerîya navxwoye. Dagirkerên hov, van her dû kêmasîyên civata Kurd baş fêrbûne û di heman demande bikar tînin. Di van demên dawî de propagandaya reş jî dide xuyakirin ku Kurd li ser yek xalê li hevkirîne, ew xal jî bê îtîfaqî û bê aqûbetîye!!Berpirs û xwedî pêvajoya şaş, îro rabûne, guneh û şaşîyên xwe, dixwazin bi dijmînatî û dijîtîya başûrê Kurdîstanê paqij bikin. Zimanê li dijî serokê Kurdîstanê û hukumeta Kurdîstanê bi kar tînin li dijî dagirker û dijmînê Kurd bi kar naynin.  Ji dijmînê xwe gilî û gazin dikin lê bi birayên xwe re neyartî û dijîtî dikin. Di medyaya rêxistinî de, di nav bingeha xwe de, di rojname û kovarên xwe de, di nav civata Kurd de bi zimanek bê pîvan, bê ehlaq propagandayek reş tê meşandin. Armanç di nav xwe de, di bingehê de, nerazîbûn û munaqaşeyên tên kirin pêşî lê bigirin û gunêhên xwe pakij bikin. Televîzyon û rojnameyên wan di bin kontrol û berpirsîyarîya kemalistên çepgirdeye. Ev propaganda ya reşkirina rastîyan, “biçûk” xistina sembol û nîrxên Kurdîstanî, şehsîyet û berpirsên desthilatdarîya Kurdîstanê li gor seneryoyên di odeyên kozmîk de hatîye amade kirin tê meşandin. Ev karê tê meşandin ji hûqûq û  ûjdanê mirovahîyê dûrtire. Mirovên xwedî ûjdan û xwexdî hûqûq divê kumê xwe deyne ber xwe û şaşî û kêmasîyên xwe objektîf bi nîrxînin. Ders û tecruban ji xeletî û şaşîyên xwe derxin. Lê mixabin ji ber ku dagirkerên mêjîyê me kontrol dikin rê nadin em bifikirin, şaşî û kêmasîyên xwe bibînin. Her tim bi fesadî û naqokîyên pûç dixwazin civata  Kurd ji belav bikin û rê li ber berjewendî û hestên netewî bigirin.“Ji bo sekinandina vî şerî pêwistî bi çi heye?” li gor min bersîva vê pirsê girêdayê alîyên şerin. Gotinek pêşîyan heye. Divên: ”Gava şex bixwaza dikare avê zelal jî bike, dikare gemarî jî bike!” Xuyaye her tişt dest şex de ye. Xwedîyên pêvajoyê, ger pêwîstîya çareserîyê bibînin divê xwedî projeyên zelal û vekirîbin. Nexşerêya xwe dîyarî civatê û hemû alîyên sîyasî yên Kurd bikin. Li ser bingehek netewî, xwedîtîyê li destkeftîyên hene bikin û parastina berjewendîyên netewî ji xwe re armancek bingehîn bigirin û li gor van berjewendîyên giştî nexşe rêyek bê amade kirin. Propagandayên reş divê rojekî zûtirîn bê rawestandin û li hemberî desthilatdarîya hukumeta başûrê Kurdîstanê rêz bêgirtin.Wêneyê em dibînin ne wêneyek ronî û zelale. Lewra di asoyek nêzîk de rawestina şer ne xuyaye. Lê dîsa jî em dikarin bêjin qedera wî şêrê ”lihevkirî” wê encamên hewldanên serxwebûn û dewletbûnê  tayin bike. Seknandin û zêdebûna pefçûnan êdî ne didestê alîyande ye. Aktor û xwedîyê şer zêdebûne. Lewra aramî zelalbûna pêvajoyê wê tesîrek baş li pirsgirêk û çarenivîsa  Kurdîstanê bike. Ev demên dîrokî derfetên zêrin her dem bi dest nakevin. Ji ber wê yekê hemû hêz û qewetên Kurdîstanî divê bi hişmendîyek netewî tevbigere û rê li ber çareserîyê veke. Bi dijmînatî û propagandayên reş serkeftin ne mumkune û ne jî ahlakîye.Hevîdarim partî û rêxistinên Kurdîstanî, rewşenbîr û sîyasetmedarên gelê kurd, dilsoz û evîndarên doza Kurd di vê pêvajoya girîng û dîrokîde rolekî baş bileyîzin û xewn û xeyalan sed salan bi cîh bînin. Ger aktorên îro li qadêne rolên xwe baş neleyizin wê dîrok wan bi rûreşî û bi bêkarî tawanbar bike. Hevî dikim gelê Kurd carek din li ser masa û nav mij û dûmana dîplamasîyê de bi hestên netewî û yekgirtî tevdigere û çarenîsa qedera xwe bi destê xwe tayin dike.. Bi hêvîyên serkeftina azadî û serxwebûna Kurdîstanê roj baş Kurdîstan! 12-06-2017

Back to top button