Pîlana Îranê ya êrîşkirina ser Kerkûkê eşkere dibe
Rojnameya Şerqulawsat di raporeke xwe de eşkere dike ku dewleta Îranê pîlanek amadekiriye ku li gor wê pîlanê DAÎŞ êrîşî ser Kerkûkê bike û diyar dike ku ev heyameke çekdarên DAÎŞê li başûrê Kerkûkê û bi taybetî li devera Hawîçe ber bi bajarê Kerkûkê ketine tevgerê. Li gor wê rojnameyê, çekdarên DAÎŞ li ber çavên hêzên Heşda Şabî û fermande û şîretmendnên Îranê ber bi Kerkûkê ve tevdigere û tu rêaksyona nîşan dandin. Rojnama Şerqulawsat ji çend çavkaniyan zaniyarî wergirtine û eşkere dike ku, ew tevgera DAÎŞê pîlana Îranê ye ku êrîşî ser bajarê Kekûkê bike, kurdan mijûl bike û kelem û astengiyan li pêşiya pêvajoya referendûmê çê bike.Rojnameya navborî diyar dike ku ew pîlan ji aliyê Îrec Mescidî sefîrê Îranê li Îraqê ve tê serperiştîkirin û Mescidî yek ji fermandarên sopaya Qudis ya Îranê bû û şîretmendê Qasim Silêmanîyê fermandarê wê sopayê ye.Bi vê pîlanê Îran dixwaze bi hêceta êrîşa DAÎŞê bo ser Kekûkê Heşda Şabî binêre bajêrê Kerkûkê û aloziyan ji bo referndûma serxwebûna Kurdistanê peyda bike.