Civak

Hêvî dikim gelê me bigihe hêviya xwe ya dîrokî û dawî bi hemû nexweşiyan bê

Serokê Kurdistanê Mesud Barzani biminasebeta hatina cejna Remezanê pîrozbahiyekji bo gelên Kurdistanê û misilmanên cihanê ragihand.Daxûyaniya Serok:


Bi navê xwedayê mezin û dilovanJi bo hatina cejna Remezana pîroz, germtirîn pîrozbahiyê pêşkêşî hemû misilmanên Kurdistanê bi taybetî û cîhan bi giştî dikim.Pîrozbahiyeke germ li malbatên serbilindên şehîdan û Pêşmergeyên qehremanên Kurdistanê û her wiha hemû karmendên dezgehên emniyên Kurdistanê dikim.Ji xwedayê mezin hêvîdarim rojî û îbadeta meha pîroza Remezanê li hemû misilmanan qebul kiribê û pişt û penaya Pêşmergeyên me yên qehreman bê û gelê me jî bigihe hêviya xwe ya dîrokî û dawî bi hemû nexweşiyan bê.Mesûd Barzanî29.Remezan.1438 Koçî24.06.2017 Zayînî

Back to top button