Bi hevre welatekî demokratik û pêşketî damezirînin

Şêwirmendê Encumena Asayişa Kurdistanê Mesrur Barzani bi minasebeta hatina cejna Remezanê daxûyaiyek ragihand.“Bi navê Xwedayê mezin û dilovan,Bi minasebeta cejna Remezana pîroz, ez pîrozbayiyên xwe pêşkêşî kesûkarên serfiraz yên şehîd, pêşmergeyên qehreman, karmendên Encumena Asayişê, dezgehên ewlekarî û polîs û tevahiya misilmanên Kurdistan û cîhanê dikim.Ez daxwaz ji Xwedayê mezin dikim ku ibadetên misilmanan di meha Remezana pîroz de qebûl bike û canê tevahiya wan pêşmergeyên qehreman biparêze ku di eniyên berevanîkirin û parastina Kurdistanê de ne û şehîdên me jî bi cenneta xwe şad bike û birîndaran jî şîfa bide.Her bi vê minasebeta han hêvî dikim ku tevahiya aliyan, bo serxistina piroseya refrandoma serxwebûna Kurdistanê, ku biryar e di roja 25ê Îlona sala 2017 de bo diyarkirina çarenivîsa nîştiman û gelê me li seranserê Kurdistanê bê kirin, hevkar û alîkar bin.Weke çawe di demên derbasbûyî de bi berxwedan û lehengî li hember tevahiya siyasetên înkarkirinê, jinavbirin û derkirinê rawestiyane, niha jî bi dengê “erê” di erka han ya pîroz de beşdar bin da ku bihevre welatekî demokratîk û pêşketî damezirînin û modeleke cuda pêşkêşî deverê bikin.Şêwirmendê Encumena Asayişa KurdistanêBirayê weMesrûr Barzanî24/6/2017”