Hikûmeta Iraqê 200 milyar dînarên din derbasî hesabê Wezareta Darayî kir û 700 milyar dînarê ku bihata şandin temam kir.
Wezareta Darayî û Aborî ya Herêma Kurdistanê ragihand ku Banka Bazirganî ya Iraqê 200 milyar dînarê Iraqî razandine ser hesabê Hikûmeta Herêma Kurdistanê. Ev beşa sêyem e ji 700 milyar dînarên ku hikûmeta Iraqê ji bo mûçeyên hikûmeta Herêma Kurdistanê dişîne.
Bexdayê di 24ê Îlonê de 250 milyar dînar û di 25ê Îlonê de jî 250 milyar dînar şand û bi giştî bû 700 milyar dînar.
Şandeke bi serokatîya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji bo çareserkirina pirsgirêkên darayî yên di navbera Bexda û Hewlêrê, roja 14 Mijdarê serdana Bexdayê kiribû.
Piştre Encûmena Wezîran a Iraqê ya ku di bin serokatîya Serokwezîr Mihemed Şîa Sûdanî de civiya, biryar da ku di nava 3 mehan de 2.1 trîlyon dînar (700 milyar dînar her meh) bide Herêma Kurdistanê. Ji bo mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê mehane nêzîkî 940 milyar dînar pêwîst e.