
Wezareta Parastina Amerîkayê (Pentagon) di belgeya xwe ya bi sernavê “Stratejîya Têkoşîna li Dijî Çekên Komkujîyê” de Îran û Koreya Bakur wek “tehdîdên mayînde” destnîşan kir.
Pentagonê ji sala 2014an vir ve cara ewil belgeya “Stratejîya Têkoşîna li Dijî Çekên Komkujî” weşand.
Di belgeyê de Îran û Koreya Bakur wek “tehdîdên mayînde” hatin binavkirin, Çîn wek “tehdîda bilind” û Rûsya jî wek “tehdîda lezgîn” hatin binavkirin.
Di beşê derbarê Koreya Bakur de ev nirxandin hat kirin: “Pêşketinên kapasîteyê rê dide Koreya Bakur ku di her qonaxa pevçûnê de çekên nukleerî bikar bîne”.
Di beşê derbarê Îranê jî: “Tê nirxandin ku Îran niha bernameya xwe ya nukleerî dewam nake, lê madeya xam a vî welatî heye ku di nava 2 hefteyan de çekên nukleerî çêbike” hat gotin.