Nivîsar

Biryara Erdogan a li ser Korîdora Zengîzûrê li Îranê çawa deng veda?

Serokomarê Tirkiye, Recep Tayyîp Erdogan dibêje ku Tirkiye ji bo ku Korîdora Zengezûrê ya ku Komara Xweser a Naxçewanê bi herêmên din ên Azerbaycanê ve girêdide di demeke herî nêz de bi hemû hêza xwe tê vekirin. Erdogan diyar kir ku di vê mijarê de ji Îranê sînyalên erênî tên wergirtin. Lê heta niha derbarê vê mijarê de ji aliyê Îranê ve ti daxuyaniyek fermî nehatiye dayîn.

Di nivîsa bi sernavê “Çareserkirina Pirsgirêkên li Başûrê Kafkasyayê bêyî destwerdana derve” ku di 27ê Îlonê de di Rojnameya Îranê de hat weşandin de hat gotin ku Enqereyê “peyama cidî ya Tehranê ya li ser parastina berjewendiyên xwe yên li Kafkasyayê bihîstiye.”

Rojnameyê diyar kir ku yek ji armanca operasyona leşkerî ya Azerbaycanê ya li ser Qerebaxê jî “pêkanîna fikra Korîdora Zengîzûrê ye.”

Di analîzê de hat şîrovekirin ku Enqere bi xewnên xwe yên li ser Korîdora Zengîzûrê ketiye nava vê “tengasiya mezin” û sedema vê jî wiha dide nîşandin,

“Gelo ev korîdor dibe zengilek ku Tirkiye bi rêya xetên hesin û otoban bi London û Pekînê ve girêdide û vî welatî ji navenda enerjiyê ya transît sûd werbigire? “Di eslê xwe de ev geşedanek e ku dibe sedema kêmbûna bandora hevrikên herêmî yên Tirkiyeyê yên wekî Îranê.”

Di gotara ku behsa encamên korîdora li ser Îranê tê kirin de, hate destnîşankirin ku Korîdora Zengîzûrê dê girêdana erdî ya di navbera Îran û Ermenîstanê de ji holê rabike û encamên neyînî yên din jî wiha hatin rêzkirin.

“Rêyên Îranê yên li bakur û bakurê rojava ku ji bo hinardekirin û îthalata Ewropayê bi kar tîne, dê ji aliyê Azerbaycan û Tirkiyeyê ve were girtin.

“Qetandina peywendiya erdnîgarî ya navbera Îran û Ermenistanê bi rêya kontrolkirina Bakûyê li ser parêzgeha Siyonê ya Ermenistanê, dê bibe sedema qutkirina rêya Îranê bo Gurcistanê û Bendera Êlihê li peravên Deryaya Reş û Îran bikeve nav dubendiyeke jeostratejîk.”

Derbarê helwesta Îranê de jî rojnameyê diyar kir ku “peyamên zelal” ji Wezîrê Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan re ku di destpêka meha Îlonê de serdana Tehranê kiribû, hatiye dayîn û Enqerê ev peyam bihîstiye.

“(Serokkomarê Îranê) Îbrahîm Raîsî di hevdîtina xwe ya ligel nûnerê dewleta Tirkiyê de bi eşkere behsa hêlên sor ên Komara Îslamî ya Îranê li ser yekparçebûna sînorên jeopolîtîk ên herêmê kir û nîşan da ku ew amade ye peyameke cidîtir bidin Baku, Enqere û ger hewce bike heman peyamê bidin Tel Avîvê jî.

Ji ber vê yekê, helwesta Serokomarê Tirkiyê di serdana xwe ya vê dawiyê ya Nexçîvanê de ji wê yekê nayê cudakirin ku peyama cidî ya Tehranê ji bo parastina berjewendiyên xwe yên netewî li Kafkasyayê ji aliyê Enqerê ve hat bihîstin.

Di gotarê de hat gotin, “Dem wê nîşan bide ku helwesta Erdogan wê çiqasî biryardariya Bakûyê ya ji bo domandina rageşiya zêde ya bi Ermenîstanê re ya li ser avakirina Zengîzûrê bihejîne.”

Back to top button