CivakRojev

Bexda û Hewlêr li ser hevahengiya serbazî gotûbêjan dikin

Li gor daxuyaniya Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê, roja 22ê Hezîrana 2022an, Serokerkanê Wezareta Pêşmerge Îsa Uzêr pêşwazî li Fermandarê Firqeya 14 ya Fermandariya Operasyonên Hevbeş ên Neynewa Ebdullah Remezan El Cibûrî û şanda pê re kir.

Di daxuyaniyê de hat eşkerekirin, di hevdîtinê de li ser hevahengî û pêwendiyên navbera Wezareta Pêşmerge û Wezareta Berevanî ya Iraqê gotûbêj hat kirin, bi taybetî li deverên hevbeş ên navbera hêzên Pêşmergeyê Kurdistanê û Artêşa Iraqê ku cihên valahiya ewlehiyê ne.

Herwiha di hevdîtinê de tekezî li ser berdewamkirina hevkarî û hevahengiya ewlehiyê di navbera hêzên Pêşmerge û Artêşa Iraqê de hat kirin.

Wezareta Pêşmerge eşkere kir, ji bo berqerarkirina aramî û seqamgîriya navçeyê, pêwîstiya me bi karê hevbeş heye.

Back to top button