Nivîsar

Beşîkçî : AKP-ê pirsgirêka kurd fehm nekiriye

 

Beşîkçî : Ji ber ku AKPê pirsgirêka Kurd fehim nekiriye înkarê didomîne

Civakzan û nivîskarê dostê kurdan Îsmaîl Beşîkçî, di weqfa ku bi navê wî hatiye damezrandin de axifî. 

Weqfa Îsmaîl Beşîkçî û Pirtûkxana Lêkolînê a Îsmaîl Beşîkçî, bi beşdarbûna gelek kesan hat vekirin. Îsmaîl Beşîkçîyê ku wek “mamosteyê zer” jî tê naskirin, di merasima vekirinê  de axaftinek kir. 

Beşîkçî di axaftina xwe de got: “Ev pirtukxane bi gelek lêkolîneran re çavkanîbûnê ji xwe re dike hedef.” Derbarê pirsgirêkakKurd de jî wisa axifî: “Pirsgirêka kurd êdî pirsgirêkeke navneteweyî ye. AKP, ji ber ku pirsgirêk fehm nekiriye, siyaseta înkar û asimilasyona li ser kurdan tê meşandin, berdewam dike .” 

Îsmaîl Beşîkçî, gelek pirtûk li ser mijara çand û cıvaka kurd de nivîsandine. Bi sedema fikr û ramanên xwe yên di derbarê kurd û Kurdistanê, Beşîkçî qasî 17 salan di girtîgehan de girtî maye. 

Eslê Beşîkçî tirk e û li Anatolya Navîn bajarê Çorumê, navçeya Îskîlipê hatiye dinê.         

 

Back to top button