Civak

Pêxember behsa sinetkirina jinan nekiriye

Ji bo yekemîn car di rêya lêkolîneke zanistî re eşkere bû ku li Iraqê ne tenê jinên kurd tên sinet kirin. Sinetkirina jinan sînorên Herêma Kurdistanê derbas kiriye.

Li gor lêkolîneke rêxistina WADÎ ya elmanî û rêxistina mafên jinan PANA li Kerkûkê 65,4 ji sedî ji jinên kurd sinetkirîne. Rêjeya jinên ereb ên sinetkirî ji %25,7 e û ya jinên tirkumen ji % 12,3 e. Bi giştî ji %38,2 ji jinên li parêzgeha Kerkûkê sinetkirî ne. Ji temenê jinên sinetkirî diyar dibe ku li Kerkûkê sinetkirina jinan di salên dawî de kêmtir bûye. Li gor lêkolînê raportê “tenê”  ji sedî 15 ji keçên li jêr temenê 20 salî hatine sinet kirin. Rêjeya jinên sinetkirî yên temenê wan di navbera 60 û 70 salî de  ji sedî 80ye.

Çalakvana parastina mafê jinan li Kerkûkê, Awêzan Nûrî, encamên lêkolîna nû metirsdar dibîne. Ew dibêje ku li Kerkûkê keç di temenê pênc salî de tên sinet kirin. Nûrî dibêje: “Hîn jî baweriya hin kesan bi sinetkirina keçan heye.”

Ji bo amadekirina lêkolîna xwe WADÎ û PANA 61 pirs ji 1212 jinên ji Kerkûkê kirin ku temenê wan di ser 14 salan de ye. Encama balkêş a vê lêkolînê ew e ku li Iraqê sinetkirina jinan ne tenê di nava kurdan de heye, lê di nava neteweyên din jî de. Berî du salan WADÎ lêkolînek li ser sinetkirina jinan li Herêma Kurdistanê pêk anîbû û eşkere kiribû ku ji %72 ji jinên kurd sinetkirî ne.

Sinetkirina keç û jinan li gelek welatan pêk tê. Li gor amaran di cîhanê de 100-140 milyon jin hatine sinetkirin û her sal nêzîkî 3 milyon keç dibin goriyên sinetkirinê. Ev diyarde herî zêde li welatên erebî û efrîqî peyda dibe. Lêkolîna nû eşkere kir ku li Kerkûkê ji %40,9 ji jinên sinetkirî sunî ne, ji %32,4 şyîî ne û ji %42,9 kakeyî ne. Di nav jinên fileh de ti jinek sinetkirî peyda nebûye.

Birêvebirê projeyên WADÎ li Kurdistan û Îraqê, Felah Miradxan, got ku, li gor salên berê sinetkirina jinan li Kerkûkê ber bi kêmbûnê ve çûye. Miradxan got: “Lê ev rêjeya ku hatiye qeyd kirin jî, di nav jinên di bin temenê 20 salî de metirsîdar e.”

Awêzan Nûrî kêmbûna rêjeya sinetkirina jinan li Kerkûkê vedigerîne xebata rêxistinên mafê jinan. Nûrî got ku ji bo pêkanîna lêkolînê wan serdana gundekî kiriye ku 37 jin tê de dijîn û tenê du ji wan nehatine sinet kirin. “Van jinan keçên xwe yên di bin temenê 5 salî de sinet kirine. Li cem wan baweriyek wisa heye ku dibêjin nanê ji destên keçên ne sinetkirî heram e.”

“Pêxember behsa sinetkirina jinan nekiriye”

Li gor encamên lêkolînê jinên li Kerkûkê islamê û adetên herêmî dikin sedema sinetkirina jinan. Awêzan Nûrî got ku wê û hevkarên wê hewil daye ku rêjeya sinetkirinê kêmtir bikin, “çimkî li gor yasayê sinetkirin qedexe ye”. Bi inîtsyatîva WADÎ li Herêma Kurdistanê sinetkirina jinan li gor qanûnê hatiye qedexe kirin. Parlamenta Herêma Kurdistanê di yasaya dijberîkirina tundûtûjiya dijî jinan de, di 3 xalan de behsa qedexekirina sinetkirina keçan kiriye û ji bo van kesên ku xetenekirinê pêk tînin, ceza jî diyar kiriye. Li gor yasayê cezakirina karbidestên Wezareta Tendirûstî û pijîşkan ji ya kesên ku di nava malan de jinan sinet dikin, du cara bêtir e. Ceza ji 15 salên zindankirinê û 10-15 milyon dînarên iraqî (8-12 hezar dolar) pêk tê.

Endama Parlamenta Herêma Kurdistanê û seroka Komîteya Parastina Mafên Jinan di parlamentê de, Geşe Dara, got ku sinetkirina jinan di yasaya dijberîkirina tundûtûjiya malbatî de weke tawana tundûtûjiyê hatiye qeyd kirin. Dara got: “Em bi ti awayekî nikarin vê diyardeyê ji holê rakin, lê em dikarin li himber wê rawestin.”

Di sala 2006ê de li Zanîngeha Ezher li Qahîreyê ji bo nehêlana têkbirina mafên jinan Kongreya Navnetewî ya Zanayên Îslamê hatibû saz kirin. Zanayên islamê di vê kongreyê de sinetkirina jinan wek tawan bi nav kiribû. Endamê Komîteya Bilind a Fetweya Yekîtiya Zanayên Islamê li Herêma Kurdistanê, Mele Ehmed Şafiî got ku li ser sinetkirina jinan “ti gotineke rast a pêxember tune ye. Loma eger piştrast bû ku sinetkirin zerarê dide jinan, dikare biryara nepêkanîna wê bê dayin.” (Rûdaw)

Back to top button