Polîtîk

Barzanî pêşwaziya heyeteke mezin a Emerîkî kir

 

 Mesûd Barzanî serokê Kurdistanê li Selahedînê pêşwaziya birêz James Jeffrey sefîrê Amerîka li Iraqê, general Robert Kaslin berpirsê ofîsa Hevkariya Asayîşa Amerîka li Iraqê û Aleks Leskarîs konsulusê giştî yê wî welatî li herêma Kurdistanê û şanda li gel kir.

Di hevdîtinê de, her du alî behsa pêvajoya siyasiya Iraqê û wan qeyranan kir ku niha rûbirûyê Iraqê bûye û tekez li wê yekê kirin ku hemû qeyran û pirs dikarin bi rêya pabendbûna bi destûr, hevbendiya rasteqîne û bicîbicîkirina paymanan bêne çareserkirin. Beşdarên civînê pabendiya xwe jî bi pêvajoya demokrasiyê li Iraqê dûpatkir.

Serok Barzanî bi berfirehî behsa wab civênê vê dawiyê li Hewlêrê di navbera laiyên siyasiyên îraqî û kurdî de hatine kirin kir û tekez li wê yekê jî kir ku tenê dîktatoriyet dikare yekperçeyiya axa Iraqê bixe metirsiyê.

Ji aliyê xwe ve balyozê Amerîka li Iraqê careke din pabendiya welatê xwe ya sebaret bi Herêma Kurdistanê dûpat kir û girîngiya welatê xwe jî li pêşxistina pêwendiyên di navbera her du alî de dûbare kir.

Di mijareke dinê vê hevdîtinê de, general Kaslin berpirsê ofîsa hevkariya asayîşa Amerîka li Iraqê behsa rola hêza hevbeşa di navbera artêşa Amerîka, artêşa Iraq û Pêşmergeyan de  ku, li wan navçeyên maddeya 140ê digêrin, kir û ragihand ku niha li hewla wê yekê dane civîneke hevbeş di navbera wan hêzan de, ji bo nirxandina wê rewşa ku li hinek navçeyan de hatiye pêş, saz bikin.

 

Back to top button