Bernard Kouchner û Fredrik Tîso xelata Barzaniyê nemir wergirt

 

Duhî li Selahedînê serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî, wezîrê derve yê Franseyê ê berê Bernard Koushner û Konsulusê berê yê Franseyê yê li Hewlêrê Fredrik Tîso bı medaliya Barzaniyê nemir xelat kirin.

Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî pêşwazi li wezîrê derve yê Franseyê ê berê Bernard Koushner û konsulusê berê yê Franseyê yê li Hewlêrê Fredrik Tîso kir piştı civîneke dostane û giftûgokirina hin pirsan, serokê Kurdistanê bi mebesta qedirzaniya ked û hewldanên her du navhatiyên han yên ku, bo piştgîriya doza kurd û gelê Kurd pêşkêş kirine, xelata Barzaniyê nemir pêşkêşî wan kir.

Di destpêka şoreşa mezin ya Eylûl û di dema prosesa bednav ya enfalê û herwiha di dema serhildana mezin ya sala 1991ê û di dema koçagirseyîya gelê kurd de, Bernard Kouchnerê dostê gelê kurd di warê girtina biryara afirandina navçeya dijefirîn de roleke gelek girîng lîstiye.

Serok Barzanî di dema pêşkêşkirina vê xelata han de spasiyên gelê kurd jî pêşkêşî wan her du rêzdaran kirin. 

Li hember de jî, Bernard Koushner û Fredrik Tîso spasiyên xwe pêşkêşî serok Barzanî kirin û ragihandin ku, şerefeke gelek mezine bo wan ku, medaliya Barzanî distînin û dostên gelê kurd in. (KDP.info)

 

Nerîna min :