Civak

Helebçe sembola berxwedan û mezlumiya gelê kurd e

Libajarê Helebçe ji bo 25 saliya bîranîna komkujiya Kurdan li Helebçe, bi tevlîbûna serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî rewresmek girsehî hate amadekirin.
Gelek dîplomat û kesayetên biyanî ji welatên Ewropa û deverên din amde bûn.Hejmara dîplomat û kesayetên biyanî 400 bû.

Berpirsên partiyên siyasî û hukumî û herweha konsolosên welatan li Hewlêr di vê rewresmê de amade bûn. Ji beşên din yên Kurdistanê berpirsên partiyên siyasî û dezgehên sivîl li cihê rewrisma bîranîna Helebçe bûn.

Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî axaftinek kir. Nêçîrvan Barzanî di axavtina xwe de got : Helebçe sembola berxwedan û mezlumiya gelê kurd e. Em hemû deyndarê Helbçeyêne. Em çikas xizmeta Helebçe bikin kême.

Dema ku konvoya serokwezîr ketî di bajarê Helebçede,  xelkê bajêr li ser cadeyên Helebçe pêşwaziya serokweîz kirin û daxwaziya ku Helebçe bibe parezgeh li serokê hukumetê kirin.

Herweha di salona rewresmê de cardin gencên Helebçe daxwaziya ku bajarê wan bibe parêzgeh li serokwezîr kirin.

Li ser vê yekê Nêçîrvan Barzanî, berdewamiya axaftinên xwe de behsa vê yekê jî kir ku, Hikûmeta Kurdistanê hewl dide daku, Helebce bike weke Parêzgehek û di vê warî de dest bi amadekariyên pêwîst hatiye kirin.

Back to top button