Polîtîk

Berhem Salih sipasiya serok Barzanî kir

Bi minasebeta serketin û biencamgihiştina destpêşxeriya serok Barzanî ji bo pêkanîna hikûmeta nû ya Îraqê, serokê hikûmeta herêma Kurdistanê peyameke pîrozbahiyê pêşkeşî serok Barzanî kir, ev li jêr teksta peyamê ye:

Bo birêz cenabê kak Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê.

Bi navê xwe û hevalên xwe li civata wezîrên hikûmeta herêma Kurdistanê, ji kûratiya dil hewlên we yên birêz, ji bo bidawîanîna nakokiyên navbera kutleyên siyasiyên Îraqê ku, piştî hilbijartinan Îraq rûbirûyê kirîzekê kir bû, bilind dinirxîn in.

Destpêşxeriya we yên birêz, ji bona komkirina hemû aliyên nakokbar û qebûlkirina pêkanîna hikûmeteke niştimaniya hevbeş, di dîroka gelên Îraqê û Kurdistanê de serweriyeke mezin e, di demekê de ku nakokî û jihevdûrketina hêzên niştimanîyên îraqî pirosesa siyasî û paşeroja welêt xist bû xeteriyê de. Banga niştimanîyane û hestkirin bi berpirsiyariya niştimanî ku naveroka destpêşxweriya we yên birêz bû, bala tevaya kutleyên siyasiyên îraqî kişand û hişiyar kirin ku dirêjepêdan bi wê rewşa Îraqê, ne bi tenê me nagihîne armancên niştimanî, belkî dê bibe sebebê jidestdana destketiyên mezinên vî welatî jî.

Pesidnkirina destpêşxweriya we ji aliyê hemû hêzên siyasî ve bû hêvênê çareserkirina arîşeyan û hokarê dirustkirina qonaxeke nû ya pirosesa siyasî ku, ji bo hemû îraqiyan dê hikûmeteke niştimaniya hevbeş jê ava bibe. Bê şik ew beşdarî û hevbeşiya niştimanî jî dê bibe zaminê parastina destûr û serweriya îraqeke demokratîk û federalî.

Vê pêngavê senga cenabê we û herêma Kurdistanê îspat kir ku beşekî giringin ji hawkêşeya Îraq û deverê û ew rastî çendbar kir ku hertim kurd aliyê karîger yê şareseriyê bûn û xemxorên serxistina pirosesa siyasiya Îraqê, aramî û asayîşê ne di deverê de.

Gelên Îraqê û dostên wê dê vê hewil û destpêşxweiya we berdewam bilind binirxîn in

Her şad û serkeftî bin

Berhem Ehmed Salih
Serokê hikûmeta herêma Kurdistanî
12.11.2010

Back to top button