Îroj

13ê Sermawez

13ê Sermawez

Di sala 1960’an û di rojekî wekê îroyê de li bajarê Amûdê li Kurdistana Suriyê, sînema ya bajêr hate şewitandin, têde 283 zarokên kurd şehîd ketin.

Şewata sînema Amûdê di 13ê çiriya paşîna 1960î de, ku tê de bi sedan şagirtên kurd mirin, yek ji wan bûy¬eran e ku tim tên behskirin dema mijar li ser dîroka cudayîkirina gelê kurd li Sûriyê ye. Yan tê îdîakirin ku hikûmeta Sûriyê agir bi mebest da¬daye, da ku zarokên di sînemê de bikuje.Yan jî bal tê kişandin ser wê yekê ku kî jî berpirsyarê wê bûyerê be, ew ketiye bin bandora hestên dijberî Kurdan.Li ciyekî din bi baldariyeke mezintir tê gotin ku xelkên deverê dezgehên sûrî bi şewitandina sînemê guneh¬kar kiriye û tucarî zanyariyên li ser vê bûyerê neha¬tine pêşkêşkirin.Ev nivîsar hewil dide ku ji raportên şahidan û nivîsarên rojnameyên ji çiriya paşîna 1960î vegerîne bê hingî di sînema Amûdê de çi qewimî. Ji bilî vê yekê wê bê şirovekirin bê çima bûyer bi şêweyên jorîn tên şirovekirin.

Paşxaneya çûna hejmareke mezin a şagirtan ji bo sî¬nema Amûdê di 13ê çiriya paşîna 1960î de  hingî filmê »Tawnabariya Nîvê Şevê« hat nîşandan, ku filmek tirsê yê misrî bû şerê serxwebûnê yê Cezairê li dijî Fran¬sayê bû (1954-1962). Ji bo piştgiriya vî şerî li Sûriyê heftiyeke piştgiriyê pêk hat, hingî doz ji xelkê hate kirin, ku ta ji wan bê ji bo »birayên cezairî« alîkariya diravî bi¬din hev. Mudîrê nahiya Amûdê biryar dabû ku divê hemû şagirtên dibistanên destpêkê yên Amûdê biçin li film temaşe bikin û pere bên danhev ji bo şerê li Cezairê.

Di roja şewatê de film çend caran hat nîşandan. Tê gotin ku her car sînema zêdî taqeta xwe tije dibû. Bi tevayî dused cî hebûn, lêbelê cara dawî pêncsed zarok di sînemê de amade bûn.Di roja şewatê de film çend caran hat nîşandan. Tê gotin ku her car sînema zêdî taqeta xwe tije dibû. Bi tevayî dused cî hebûn, lêbelê cara dawî pêncsed zarok di sînemê de amade bûn. Pi¬raniya wan li kêleka hev li ser benkên dirêj hevdu die¬ciqandin, hinên din divyabû ku li ser lingan bisekinin. Agir pêket, çimkî makîneya filman, ku tevaya rojê kar dikir, ji ber germbûna zêde agir girt. Pêtan xwe avêt zikê avayiyê yê dor du metran dûrî makîneyan bû, ew ji text, pûş û heriyê hatibû avakirin, û ji wir li seranserî sînemê belav bû.Li gorî raportên şahidan tiştê ku hişt agir gurtir bibe û bigihê her deverê ew bû, ku dîwarên sînemê bi telîsan hatibûn nuxumandin.

Destpêkê, dema agir bi sînemê ket, tirs kete nav za¬rokan û wan hewil da, da ku zû bi zû ji salonê derkevin. Li her aliyekî bakur û başûrî sînemê du deriyên teng hebûn li gorî agahiyên kovara misrî el-Musewir derî du metran dirêj bûn, lêbelê panbûna (ferehbûna) wan tenê heyştê sentîmeter bû ku bi ser halan de mirov dikarî wan tenê ji hundir ve veke. Di hewildana revê de komek ji zarokan kulimîn û ketin û bi vî şêweyî rê li ber derketina ji herdu deriyan girt. Zarokine din ji dawî di¬hatin, ku êdî derî nema dihatin vekirin ne ji hundir ve ne jî ji derve ve. Zarok di sînemê de girtî bûn. Rêyeke din a revê di rêya pencereyekê re peyda dibû. Ji wan zarokên ku hewil didan ku di vê rêyê re bifilitin, gelek ji wan diketin bîra li pêşiya pencereyê . Hin ji wan fe¬tisîn, hinên din bi birînan filitîn.Ji ber ku li Amûdê, ku hingî bajarek bi 14 000 nişteciyan bû, agirkuj tune bû, divyabû ku ew ji bajarên Qamişlo û Hisiçayê bên xwestin û ji ber vê yekê dereng giha ciyê bobelatê.

Ta vê derê bûyer bûn. Ji bilî hin îşaeyan, ti agahiyên eşkere li ser wê yekê tune ne, ku agir tiştek din bû, lê ne qeza bû, ku ji ber tedbîrên ewlekariyê yên tije kê¬manî bû sedema bobelatekê. Rêyên revê yên têrnekir û zêdebikaranîna alavên teknîkî bi ihtîmalekê ne tenê di sînemaya Amûdê de peyda dibûn, lêbelê di sînemayê û deverên giştî yên din de li seranserî Sûriyê normal bûn. Ku ji aliyê gelê kurd ve ta îro jî tê îdîakirin ji aliyê partiyên kurdî yên sûrî jî ve ku şewat êrîşeke arman¬ckirî bû li dijî gelê kurd, bi taybetî vedigere sê tiştan. Yekemîn tişt, rewşa siyasî ya wê demê: piştî yekîtiya sûrî bi Misrê re û damezirandina Komara Erebî ya Yek¬bûyî di sala 1958ê de siyaseta dijberî Kurdan, ku hîn di

dema Edîb eş-Şîşeklî de di orta salên 1950î de dest pê kiribû, hat berdewamkirin. Weke mînak hat qedexeki¬rin ku di qehweyan de muzîka kurdî bê lîstin, weşanên kurdî bên çapkirin an jî xwedîtiya wan. Ji bilî vê yekê di tebaxa 1960î de, tenê çend mehan berî şewatê, se¬rokên Komîteya Bicîanînê ya Partiya Demokrat a Kur¬distanê li Sûriyê, ku hingî li Helebê bû, hatin girtin û işkencekirin, rêxistina partiyê hat eşkerekirin û bêtirî 5 000 kes hatin girtin û îfadeyên wan hatin stendin. Se¬rokên partiyê bi cudaxwaziyê hatin gunehkarkirin û bi salan zindan li wan hatin birîn. Ji ber vê paşxaneyê ji bo gelekan gengaz xuya kir, ku hikûmeta sûrî yekser li dijî gelê kurd tevgeriyaye. Bi taybetî tedbîrên ere¬bîkirinê yên ku 1962 û 1963ê hatin bicîanîn stendina nasnameyan ji hejmareke mezin ji Kurdên li parêzge¬ha Hisiçayê û plana dwanzdeh-xalan a Mihemed Teleb Hîlal ne munasib bûn ku ev guman bê têkbirin, bere¬vajî wê wan ew hîn bêtir gengaz diyar kir.

Duyemîn tişt, muhtemel e ku nebûna lêkolîneke birêkûpêk a vê dozê û herweha ku tikes ji bo miri¬na zarokan berpirsyar nehat dîtin, rolek lîstibe. Xwe¬diyên sînemê Xidir Ezîz, Silêman Remedan û Ehmed Hesenat û herweha karmendên wan Ehmed Ibrahîm, Mihemed Mehmûd û Ehmed Şerîf piştî şewatê hatin girtin. Lê ew piştî demeke kurt dîsa serbest hatin berdan.Û rastiya ku ta îro qedexe ye, ku miriyên şewata sînemaya Amûdê bi şêweyekî vekirî bên bi¬bîranîn, rolek di wê yekê de lîst ku li cem xelkê guman li ser sedemên şewatê xurtir bibin.

Jimara rast a goriyan ne naskirî ye, çavkaniyên kurdî behsa bi kêmanî 283-300 miriyan dikin. Rojnameya mis¬rî Axir Deqîqa di weşana xwe ya 15ê çiriya paşîna 1960î de behsa 200 miriyan û 450 birîndaran dike, ku birînên piraniya wan dijwar bûn û ta radeyekê piştre bûn sede¬ma mirina hinekan ji wan.Kovara misrî el-Musewir ji aliyê xwe ve behsa 180 miriyan û 121 birîndaran dike.

Li gorisatan Amûdê beşek heye ku goriyên şewata sî¬nemê tê de hatine veşartin. Li ser hin kevirên goran ta îro hin nav hene, li ser hinên din nema xuya dikin. Li ser hin gorên din, weke gorên bi komel, tucarî nehatiye naskirin bê kî di wan de hatiye binaxkirin. Li jêr navên hin miriyan tên rêzkirin, ku li ser kevirên goran hatine nivîsandin

Lîsteya navan (û li cem hinekan sala ji dayikbûnê) di çiriya paşîna 2004ê de hatiye amadekirin. Ew ji aliyê Dijwar Naso ve hatin berhevkirin û cara pêşî li jêr ser¬navê »Navên hin goriyên şewata sînema Amûdê« hatin weşandin.

1. Ehmed Ebdilhadî
2. Mihemed Mesum Xelîl (1950)
3. Ednan Mecîd Ezîz
4. Mihemed Yasîn Esed el-Rîbat (di 1951ê de li Şamê çêbûye)
5. Zuher Ebdilezîz Ebdilqadir Derwîş
6. Mehmud Ismaîl Remo
7. Mihemed Saleh Mihemed Yûsiv (1950)
8. Ibrahîm Mihemed Yûsiv (1946)
9. Fehed Şêxmûs (1949)
10. Emîn Bengo (1953)
11. Ibrahîm Silêman Bengo
12. Ehmed Ferhan
13. Mihemed el-Hac Mehmûd
14. Mihemed Salih Silêman
15. Ezîz Mihemed Emîn Reşwanî (1948)
16. Ibrahîm Emîn Reşwanî (1948)
17. Ibrahîm Hecî Îsa (1949)
18. Mihemed Silêman Mercî (1948)
19. Nurî Mihemed Sebuhe (1947)
20. Mehî Mihemed Emîn Kalo (1946)
21. Xorşîd Mele Sîrac (1950)
22. Emîn Selfîc Emîn
23. Hesen Hac Mihemed
24. Mihemed Saleh Şêxmûs Mihemed Kurdî
25. Ehmed Ebdilrehman Deqorî
26. Ibrahîm Ebdilrehman Deqorî
27. Mihemed Hecî Ismaîl Hiso (1946, sefa 5ê)
28. Mihemed Seîd Deqorî (1928)
29. Mihemed Reşad Mehmud Beşar (1948)
30. Mihemed Xalid Şêx Ebdilrezaq el-Bancî
31. Nurî Hecî Hisên (1950)
32. Necmeldîn Ebdilkerîm Seyid Necim
33. Ehmed Mihemed Elî Hiso (1948)
34. Ibrahîm Temo Umer (1950)
35. Salih Xelef
36. Xidir Şêxmûs Zeyf
37. Mihemed Yûnis Zeyf
38. Tariq Şerîf Xelîl (1954)
39. Mihemed Saleh Xelîl (1947)
40. Mihemed Zekî Şêx Musa
41. Remedan Mihemed Elî
42. Ebdilselam Mihemed Saleh Elhac Elî Elkermî (1951)
43. Hisên Ehmed Elkermî
44. Ismaîl Şukrî Rezo (1948)
45. Mihemed Izedîn Elebasî
46. Ibrahîm Mihemed Elî
47. Ehmed Mele Newaf (1950)
48. Mehmud Nezîr Axa (1950)
49. Memduh Nezîr Axa (1948)
50. Sebrî Şukrî Elî
51. Elî Şêxmûs Celo
52. Şêxmûs Ibrahîm Berazî (1946)
53. Ebdilrezaq Ebdilxelîl (1949)
54. Ebdilezîz Ebdilxelîl (1946)
55. Derwîş Mecîd Debax
56. Umer Ebdilhelîm Debax
57. Zuhêr Ehmed Hisên (1946)
58. Ebdilsemed Şêx Tewfîq el-Huseynî
59. Subhî Elî Mihemed
60. Umer Elî Mihemed Elo
61. Fêsel Mistefa Tauus
62. Elî Mele Sîrac Mele Mihemed (1948)
63. Ebdo Hecî Umer Tauus
64. EbdoEhmed Tauus
65. Faris Seîd Hesen
66. Remedan Hesen (1946)
67. Subhî Ehmed Mihemed Remedan (1952)
68. Saleh Felemez
69. Umer Sofî Ferec
70. Mehmgd Hecî Mistefa
71. Ehmed Hemo Helqa
72. Ebdilrezaq Ibrahîm Kermî
73. Hisên Mihemed Kermî
74. Ehmed Mihemed Kermî
75. Mihyedîn Zekî Eljac Qasim
76. Izedîn Ebdilkerîm
77. Mihemed Hecî Xelef (1947)
78. Mehmud Hecî Xelef (1952)
79. Meesum Hecî Ezîz (1945)
80. Mihemed Ebdilcelîl Mele Ibrahîm
81. Sîrac Umer Şêxmûs (1946)
82. Ebdilrehman Osman
83. Ebdilîlah Şêxmûs
84. Mehmud Hecî Silêman
85. Fuad Dawid Şêxmûs Hefskê
86. Fewzî Elî Şêxo
87. Celal Hesen el-Umerî
88. Ebdilezîz Mehmud el-Umerî (1948)
89. Ebdilqehar Mehmud el-Umerî (1946)
90. Ebdo Ehmed Mihê Silê
91. Şêxmûs Elhac Têlo
92. Meruf Silêman Ibrahîm
93. Yihya Elhac Mihemed
94. Cemîl Mele Ebdilkerîm Mele Ehmed
95. Ibrahîm Mele Ebdilkerîm Mele Ehmed
96. Hisên Hecî Mihemed

 

Back to top button