Berpirsyarê rojnameya ”Rya teze” wefat kir

Sersaxî

Berpirsyarê rojnameya ”Rya teze” wefat bû

Berpirsyarê rojnameya kurdî ya here jîyandirêj ”Rya teze” – Grîşayê Memê 11ê çirîya paşin sala 2010an di 62 salîya xwe da wefat bû. Ew 28ê adarê sala 1948an li gundê kurdan – Karvanserayê, navçeya Elegezê, komara Ermenîstanê ji diya xwe bûbû.

Grîşayê Memê weke 35 salan di rêdaksyona rojnameyê da kar kir, ji wergervanyê gihîşte heta berpirsyarê rojnameyê. Piştî wefata wî rewşa rojnameya xwedî dîroka dewlemend kete ber xetereke nû. Kesên ku bikaribin vê rojnameyê bi rê va bibin, piranîya wan li dervayî Ermenîstanê ne. Bona em nehêlin rojnameya, ku eva 90 sal e ronahî dibîne, bê girtinê, hema bêje rêyek tenê maye; ew jî ew e, ku eger rewşa rojnameyê ya aborî xweş bibe, ango sponsor peyda bibin, wê demê çend karmendên rojnameyê yên berê dikarin vegerine Yêrêvana paytextê Ermenîstanê û weşana wê berdewam bikin.

Em ji bo wefata Grîşayê Memê pir xemgîn in û serxweşîyê didine xanima wî, zarokên wî û qewim û pismamên wî.

Heval û hevkarên wî:

Babayê Keleş
Hesenê Qeşeng
Keremê Seyad
Eskerê Boyîk
Kinyazê Îbrahîm
Kinyazê Hemîd
Rizganê Cango
Prîskê Mihoyî
Têmûrê Xelîl
Cemalê Huseyn
Sîabendê Xudo
Hesenê Ûso
Rizganê Simo

Nêrînek

  1. “KULTURA ME KURDEKI MEZIN UNDA KIRI'YE”\r\n “Heja GRISAYE MEME ” \r\nEz gelek xemgin im kultura me kurdeki heja welatparez wenda kir.\r\nWek hun kurden ermenistane ,xwedane kultura me autoktonin , serbilindin emege we ser me hemu kurdan pir girane.\r\nWe bere xwe da hemu dujmina bî tu cara xirab ti nexistiye nava kurdan, hun kurden resenin hun kurde aqilbendin hun koka kultur u erf edete me kurdan in.\r\n\r\nEva bist rojan bere te min ra telefon kiribu denge te xwes hela ji guhe mi daye.\r\nTe min ra gote Gino can ez e ji te ra disa nimuna rojnama RYA TEZE bisinim cave min hela re daye le bele feleka xayin te nav me da zu birçu.\r\n\r\nKurde navdar gava me hev ra telefon dikir te qala QERSA SEWITI dikir cih ware bav u kalan, dile te pir tênik dîbu iro dile min ji boy na wefata te pîr tênik buye ez iro pir xemgin im hewidarim nave te ye heri mezin ji herfen zerin va ji diroka kultura me da bê biranin.\r\n\r\nBira ser e xanim u zaroken te xwes be.\r\nSilav u Rez

Nerîna min :