Nivîsar

Berhem Saleh ji bo kerkûkê dua dike

Di germe germa bûyerên li Kerkûkê û gundewarên wê da, malên kurdan dihatin wêranikirin, dagîrkirin û malbatên xwechên resenên wan gundan bi darê zorê dihatin derêxistin û derbeder kirin. Belê di germa germa bûyeran da, zeviyên dexil û danê cotkarên kurd , bi hezaran donim, ji aliyê Erebên jê ra dibêjin Erebên Hawirde dihatin şewitandin, renc, ked û berhema salekê ya cotkarên bê tawanên kurd li gundewarên Kerkûkê li ber çavên Arteşa Iraqê û Heşda Şeibî ve dihatin jinav birin.

Ev kiryarên pîs û qirêj yên bi erebkirina deverê bi biryarên parêzgarê bi wekalet yê Kerkûkê, Rakan Ciburî, û di bin çavdêriya hêzên parastina wê deverê ve dihatên encam dan.

Di vê navberê da hem çavê min li ser Media Civakî bû û hem jî kanalên televizyona têkvedidan û min ji xwe ra digot: Ha vê gavê-gavek din serokomar Berhem Salih dê li ser van bûyerên cergşewat, li ser wan kiryarên bi serê birayên wî yên kurd tên kirin, dê daxuyaniyekê bide û bi dijwarî wan kiryaran şermezar bike wê daxwaz bike ku tixûbek ji wan kiryaran ra bê danan. Yan jî serokomar dê bi lezgînî serokwezîr û serokê Parlamentoya Iraqê gazî civîneka awerte bike û li ser wan bûyerên li gundewarên Kerkûkê bi serê kurdan dihên, çend biryara bidên û parêzgarê bi wekalet yê Kerkûkê ji posta wê dûr bêxin. Yan jî min ji xwe ra digot her çi nebe serokomar berham Saleh, weku parêzerê destûra Iraqê, dê bêje Kerkûk û gundewarên wê deverên kêşedarin û girêdayî madeya 140 ê ne û divê ji aliyê Hewlêr û Bexdayê ve bên îdarekirin û Pêşmerge vegera bu wan deveran û di gel leşkerê Iraqê bi hev ra emniyet û aramiya deverên madeya 140 biparêzin, heta ew made bi drustî dihête bicîkirin.

Lê mixabin, ev hemû pêşbînî û hizrên min vala derketin û tiştek ji wan neket ber çavên min.

Lê ji nişkave nûçeyek hat ku serokomar berhem Saleh serdana Qebra Şêx Ebdilqadir Geylanî kiriye!

Min gelek hizrên xwe kirin, gelek îna û bi ka gelo serokomar ji bo çi çûye ser Qebra Şêx Ebdilqadir Geylanî ? Ez gihiştim wê baweriyê ku Berhem Saleh, ji tirsa kursiya xwe ya serokomariyê ji dest bide, ji tirsa Îranê dilgiran be û dilê Qasmm Silêmanî bişkîne, ji tirsa Heşda Şeibî û Şîeyên dengê xwe dayînê, carek din baweriyê lê neynin. Ji lewma Berhemê me nexwestiye çi daxuyaniya bide, nexwestiye çi civînan digel serokwezîr û serokê parlamentoyê bike û weke parêzerê destûrê, nexwestiye mayê xwe di madeya 140 ê bike, hema destê xwe bi serê xwe ve aniye û qesta ser gora Şêx Ebidulqadir Geylanî kiriye û li wêrê xwestiye bi dengek nizim du’a ji bo Kerkûkê bike.

Manê her eve ji serokomarê me dihêt…

2019.05.31

Nasrat Hacî

 

Back to top button