Civak
Berf jiyana hemwelatiyan zehmet dike!

Li Bakurê Kurdistanê mercên zivistanê gelekî zehmet derbas dibe. Barîna berfê li herêmê bandoreke neyînî li jiyanê kir. Li hinek deveran stûrahiya berfê ji metreyekî derbas dibe, rêya bi sedan gund û gelek navçeyan bi navendên bajaran re qut bû. Di rêyan de gelek bûyerên hatin çûnê rû didin. Li deverên wek Wan, Erzirom, Agirî, Qersê jî perwerde ji bo rojekî hat rawestandin.
Li Erzirom, Agirî, Qers, Erdexan û Erzinganê ji ber bayê zêdeyî 2 hezar rêyên gundan li çûnûhatinê hatin girtin.
Gelek wesayet û insan di rüyan de asê dimînin. Taybetî lig unda jiyana rojane gelek zehmet dibe û hinek deveran xelk nikarin ji bo zêdehiya berfê ji malen xwe derkevin. Timên arikariyê ji bo vekirina rêyên girtî û alikariya xelkê dixebitin.