Polîtîk

Behsa pêwendiyên Kurdistanê û Tirkiye hate kirin

Fuad Husên Serokê Dîwana Serokayetiya Herêma Kurdistanê ragihand: Îro dûşem birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê û Ahmet Davotoglu Wezîrê Derveyê Tirkiye, li pêwendiyekî telefonî da, behsa rewşa siyasiya Iraq û pêwendiyên di navbera Herêm û Enqereyê kirin”.

Her wiha Serokê Dîwanê ragihand ku Serok Barzanî tekîd li pêkanîna Hikûmetekî kir ku hemû alî têda beşdar bibin û her wiha rewşa ewlehî û asayîşa vî welatî berev pêşve bibe û her wiha Wezîrê Derveyê Tirkiye Davutoglu, rola Serok Barzanî li rewşa siyasiya îro ya Iraqê de bilind nirxand û rolekî bi bandor wesif kir. Li hevdû nêzîkkirina bîr û nêrîna aliyê siyasiyan bi mebesta pêkanîna Hikûmetekî ku hemû aliyê siyasiyên Iraqê li xwe bigrê”.

Husên eve jî ragihand ku behskirina rewşa siyasiya îroya Iraqê de, her du alî li ser wê yekê hemraman bûn ku divê biryara pêkanîna Hikûmeta nû ya Iraqê, biryarekî Iraqî bê”.

Di dawiya axaftina xwe de got: “Li pêwendiya di navbera Serok Barzanî û Davutoglu de behsa pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Tirkiye hate kirin û tekez li ser kurtir kirin û berev pêşvebirina wan pêwendiyan kirin ku li berjewendiya her du aliyan de bê, ku eve bi xwe jî dibê sedema bi hêztirbûna pêwendiyên di navbera Bexda û Tirkiye”.

Back to top button