Polîtîk
Ocalan nameyek ji hikûmetê re rêkir
Birayê Abdulah Ocalan ji bo hevdîtina Ocalan çû Îmraliyê. Piştî hevdîtinê li gel rojnamevanan kiset kir û hinek tişt gotin. Li gora ku birayê Ocalan dibêje, Abdullah Ocalan ji berî niha ji bo çareseriyê nameyek ji hukumetê re rêkiriye. Ocalan di vê nameyê de daxwaziyên xwe nivîsine û ji bo çareseriyê hinek pişniyar kirine. Lê heta niha ji aliyê hukumetê ve tu bersiva nama wî nehatiye dayîn.
Di van rojên çareseriya pirsa kurd ketî di serê rojevê de, hukumet hêja naxwaze ku bi awayek fermî Ocalan wek muxatab bibîne. Lê Dixweyê ya herî rast ewe ku bi navê PKK-ê Ocalan bi xwe wek muxatab bête dîtin e. Ji ber ku mekanîzma biryarê tenê Ocalan e.