Li parlamentoyê Tirkiyeyê rûniştina veşartî
Îro li parlamentoya Tirkiyeyê li ser mijara operasyonên derveyê sînor ya tezkereya Serokwezîrî di kurula giştiya meclîsê de tê dîtin.
Ji ber tehdîda êrîşên ji başurê Kurdistanê ji bo destûrê 3 car ji hikûmetê re berpirsyarî hate dayîn û destûra operasyonên li derveyê sînor di 17ê Kewçêrê (Cotmeh) de salekî dî jî tê drêj kirin.
Hate ragihandin ku di heyeta giştiya meclîsê de wezîrê navxweyê Tirkiyeyê Beşîr Atalay li ser mijara têkoşînê li dijî teror û di derheqa pirsa Kurdî de agahdariyek bide. Ji ber ku mijar di çarçoweya ewlehiya Tirkiyeyê de ye hevdîtînên heyeta giştiyê bi awayekî veşartî tê kirin.
Heta niha Di parlamentoya Tirkiyeyê de 260 car rûniştinê veşartî hatine kirin
Heta îro 259 car rûniştinên veşartî di meclîsa Tirkiyeyê de hate kirin. Îro jî hikûmet carekî dî ji bo TSK ( Hêzên Biçekên Tirk) destûra li derveyê sinorê salekî drêj dike û digel wê runiştina veşartî dibe cara 260.
Li parlementoya Tirkiyeyê runiştina yekem 24ê Avrêlê di sala 1920an de hate kirin. Ataturk di derhaqa pêşketinên navxeyiyê de agahdariyek dabû. Runiştina veşartiya herî dawî jî 11ê Puşperê û di sala 2010an de li ser mijarên xizmetguzariyê baytarî , tenduristiya nebatan û li ser guhertina xala 26.ê hatîbû dîtin.
Di sala 1921an de 50 car runiştina veşartî hatine kirin
Di heyeta giştiya parlametoya Tirkiyeyê de ;
di sala 1920an de 28 car
di sala 1921an de 50
di sala 1922ande 83
di sala 1923an de 21
di sala 1924an de 7
di sala 1925an de 13
di sala 1934an de carekî runiştinên veşartî hatine kirin.
Ji sala 1934 û ta sala 1962ê ve runiştinên veşartî nehatine kirin. Di sala 1962 an de jî 6 car runiştinên veşartî hatine kirin.
18ê Tîrmehê û di sala 1974an de jî di meclîsa Tirkiyeyê de li ser mijara Qibrisê 10 car runiştinên veşartî hatine dîtin.
Di sala 1987an de li ser bûyerên bakurê Kurdistanê , di sala 1990an de xebatên li dijî terorê û di sala 1996an de jî operasyonê li derveyê sînorê de rûniştinên veşartî hatîbû kirin.
Her wiha 20ê Reşemiyê di sala 1985an de rewşa Tirkên li Bolgarîstanê , 2ê Reşemiyê di sala 2000an de Projeya Mavî Akim û 14ê Adarê di sala 2003an de jî ji bo mijara xala 11.ê zagona kar û karistanê runiştînên veşartî hatîbû kirin.
Di desthilatdariya AKP ê de 11 car runiştinên veşartî hatine kirin
Di pêvajoya AKP ê de jî li meclîsa Tirkiyeyê 11 car runiştinên veşartî hatine kirin.
Di sala 2003an de 5 car
Di sala 2008an de 3 car
Di sala 2007an de carek
Di sala 2009an de carek
Di sala 2010de de carek