Polîtîk

Bedirxan li Parîsê xelata Légion D'honneur wergirt

Sînemxan Celadet Ali Bedirxan li Parîsa paytexta Fransa xelata netewiya dewleta Fransa légion d’honneur (Lejyon Denor) ê wergirt.

Di bin çavdêriya François Hollande Serok Komarê Fransa û bi amadebûna Dr Frédéric Tissot Serkonsolê berê yê Fransa li Hewlêr, Chris Kutschera Wezîrê berê yê Derveyê Fransa, Hêlîn Qasimlo xanima Dr. Abdulrehman Qasimlo, Ferda Cemîlpaşa û beşdariya çendîn kesayetiyên Kurd û Fransiyan xelata netewiya Fransa pêşkêşî Sînemxan Celadet Bedirxan kirin.

Bedirxan li navbera 75 kesayetiyên cîhanî de ji aliyê François Hollande Serok Komarê Fransa ve bi fermaneke 18.06.2013 ku hatiye îmzakirin hêjayî wergirtina xelata netewî ya Fransa Lejyon Denor ya beşa Şovalye hatibû destnîşankirin.

Sînemxan Celadet Ali Bedirxan yekemîn Kurde ku ji bo wergirtina vê xelatê hatiye destnîşankirin. 

Xelata Lejyon Denor xelateke netewî ya Fransî ye ku yekemcar li sala 19.05.1802 ji aliyê Napoleon Bonaparte ve hatiye danîn ku wê demê ew Konsolê yekê yê Komara Fransa bû. Lejyon Denor xelata herî bilinde li dewleta Fransa û ji pênç beşan pêkhatiye ku ew jî beşa Şovalye, Serbazî, Fermandarî, Fermandariya Mezin û ji Xaça Mezin e.     

Back to top button