Nivîsar

Bêdengî û mazlimên ku dişibin zaliman

Sala borî, dema ku bombeya zindî li Bîngolê teqî min wiha nivîsandiye:

‘‘‘Ev gava şerê ya PKKê’, di çarçoveya pêvajoya ku emê di tê de dijen de ne li koma Kurdan ne li Tirkiyê ne jî li Rojhilatanavî cih ji xwe re nabîne.

PKK, dinere nabe, bi çalakiyên tundî hewl dide ku dînamîkên siyasî yê Tirkiyê ji şûnê bihezîne. Kuştina esker û sîwîlan zêde bike ku piştî vê yekê pêvçûnên nîjadperestî derxe hole.

Herwiha, ev şera di navberê PKKê û dewletê de derbikeve û biguhera şera Kurd û Tirkan.

Ger rewş wiha dewam bike, ez wîsa fikr dikim ku; bêdengî dê biqede û gelê Kurd jî êdî li ser îdeala wan dê hêj zêde bifikre.

Çimkî, PKKê dixwaze ku li bajarên Kurd pêşveçûna siyasî û cîwakî di bin qontrola xwe de bigre. Bi ev çalakiyan ve dixwaze ku ev qontrolê wekî tirşe têke dile wan.

Ger xwastina PKKê, bi ev çalakî û fikran ve biqewîme dê êdî Kurdên ne PKKî, ne dikare bije ne jî dikare siyasetê bike. Çalakiyên PKKê wan nîşan dide. Gelê Kurd îro, ji ber polîtîkayên tundiyê, bi dabeş bûna siyasî ve berhev mane.”

Çalakiyên terorî yên ku hewlên siyasî û fermî bi tevahî red dikin, bi êrîşa Sîlwanê ve destpê kir û hêj didome. Heya sala borî ya guherî ew e ku, PKKê nişkava di hola îtîfaqa Kurd-Şîî de ma û ev îtîfaqa jî gîhişt hewara PKKê.

Kesên ku Entep di eydê de kirin bin xwînê, ev hevkarên ku alîkarî didin îtîfaqê ne.

PKKê pêvçûnên nîjadî dixwaze lê ji aliyê din ve çalakiyên ku aşîtiya gelê Kurd xira dike bikartînê ye.

Serokên bajar û bajarokan yê AK Partiyê tên revandin.

Li Cîzrê birayê parlementerê Şirnaxê yê AKPê Emin Dindar, Ramazan Dindar hat kuştin. Dindar, ji feqîrekê re pêlavekê kirî şunde, dema ku ji dûkanê derdiket hat kuştin. Hevalê wî Diyar jî birîndar xilas bû.

Dema ku min ev xebera bîhist, birayê Ramazan yê mezin, xwedê rihma xwe lêke Selim Dindar hat. Li girtîgeha Amedê, mêx kutibûn destên Selim, îşkence û ezabên ecep pêkiribûn.

Min di dilî xwe de got, ji xwedê Selim îro miriye. Ger îro namirî bûya û bibîniya ku birayê wî ji aliyê PKKê ve tê kuştin, ez bawerim Selim bi hezaran car bimriya.

Di salên 90an de, dewletê Kurd ne rojekê, her roj dikuşt. Niha jî PKKê yên ku mîna xwe fikr nakin, bi ev çalakiyan ve hezar car dikuje.

Hemû tişt, wekî tiştên ku me di salên 90an de dît, dişibînin. Wê çaxan, yên ku avahiyên serokên bajaran yê HEP û HADEPê vedikirin, ji aliyê tîmên înfazê yê dewletê ve dihatin kuştin.

Li trajediyê binerin ku, heman tişt tên serî AKPiyan. Niha jî Kurdên AKPî li kolana tên kuştin.

Koma Kurd, ronakbîrên Kurd û “pîsporên pirsgirêka Kurd” bêdengin.

Ewna guman dikin ku AKPê wenda  bike, teşkîlatên CHPê, MHPê, HAK-PARê û KADEPê avabibin û demokrasiye bînin welêt.

Na! Dê wiha nabe. Piştî AK Partî hal dibe, dorê were hemû kesan.

Kurdan dê bibin mahkûmên, partî, lîder û îdeolojiya yek…

PKKê tu cara çeka ber nade. Welatekê ku lê Kurd û Tirk wekhev bibin, bandora PKKê naqede. Çimkî PKKê ji bo wekheviya Kurdan na, têkoşîna PKKê ji bo hevpariya dewletê ye.

Wîsa xuya dike ku PKKê ji dewletê ‘Kurdistaneka amade’ dixwaze.

Dema ku mîrov têkoşîna azadî ya Kurdan û dîroka têkoşîna wan dinêre rewşeka trajik xuya dike. Têkoşîna xelqekê, yên ku ji bo wan diketin têkoşînê, ji aliyê PKKê ve tên kuştin. Kesên ku demekê têkoşîn didan, niha her ku diçen dişibîn celadê xwe.

Bila xeletê ne fehm kirin, em hêj nehatin dawî.

Lê edî ji PKKê re tu tişt ne gotin. Em derbarê PKKê re gîhiştin şûna şor diqedin.

Edî vê şûnde, her çi dê were gotin; bila ji bo gelên Kurd û Tirk were gotin.

Orhan Miroğlu

 

 

Taraf/(Xeberenkurdi.com)

 

Back to top button