Kultur

Li Duhokê Rojên Amedê

Di navbera 27-31ê tebaxê de şaredariya Duhokê û şaredariya Sûrê ya Amedê dê li Duhokê festîvala “Rojên Amedê”  li saz bikin û dê çand û bajarê Amedê bê di rojên festîvalê de bên nasandin. 

Şaredarê Sûrê Abdullah Demîrbaş dibêje:

Festîvala “Rojên Amedê” dê bi hevkariya şaredariya Duhokê û Şaredariya Sûrê ya Amedê, di 27-31ê tebaxê de li Duhokê pêk bê. Ode û komeleyên pîşesazî, karsaz û bazirganiyê jî di vê mîhrîcanê de cihê xwe digrin. Ji bo mîhrîcanê dê ji Amedê jî şandiyeke ku ji karsaz, rojnamevan, nivîskar û giregirên şaredariyê pêk tê, berê xwe bidine Duhokê. 

Herwesa Demîrbaş di berdewamiya axavtina xwe de dibêje ku, di mîhrîcanê de dê li ser edebiyata kurdî jî panel bên lidarxistin û axaftin bên kirin û armanc ji vê festîvalê  nasandina çand û bajarê Amedê ye û ”ew hêvî dikin bi vê mîhrîcanê sînorên di dilê kurdan de bên perçekirin.”

Balkêş e ?
Close
Back to top button