Demîrtaş çû şîna kuştiyê teqîna Dîlokê
Hevserokê BDPê Selahattîn Demîrtaş, li Dîlokê bi gellek BDPîyan re çû şîna malbata Davut Azak, yê ku di 20ê Tebaxê di teqîna li Dîlokê pêk hatibû de jiyana xwe ji dest dabû. Demîrtaş li mala şînê wiha axifî, “ti cara me mirin nexwestiye. Gelê me vî rastiyê di dilê xwe de hîs dike ku, em ewqas piştgiriya wan digrin. Ji propagandayên wan yên reşkirinê êdî gel îtibar nakiye. Gel zane ku, BDP çi ye, AKP çi ye, CHP çiye û MHP çi ye.”
Davut Azakê ku 20ê Tebaxê di teqînê de jiyana xwe wenda kiribû, qeyda nifusa vî li ser navçeya Amedê Erxaniyê ye. Davut Azak pasevan (gardiyan) bû. Selahattîn Demîrtaş bi parlementera Amedê Nursel Aydogan, Serokê Bajarê BDPê Zubeyde Zumrut û gellek partîzanan re çû sersaxiya malbata Azak. Demîrtaş li mala şînê dia xwendin û bavê Davut Azak Halim Azak teselî kir.
Demîrtaş anî ziman ku, di hîn deqîn ewil yên piştî bûyerê de, me dît ku di nav niqaşeke, em ê çawa BDPê lînç bikin de ne. Hîn cenazeyên li erdê bûn, hineka hewl dida ku bi vê BDPê reş bikin, lînç bikin. Ketine nav vî hesabî. Bûyereke gellekî êşandî ye. Sankî partiya me bombe teqandiye, xwestin ku lînç bikin. Ev bi serê xwe nemerdî ye, ne tiştekî din e. Ku kê ji ser qetlîama Dîlokê BDP xistiya hedefa xwe, nemerdî kiriye. Çimkî heta niha partiya ku herî zêde hewl daye ku, ciwan nemirin, gel mexdur nebe BDP ye. Em careke din qetlîama Dîlokê lanet dikin û êşa hemû kesên ku meriyên xwe wenda kirine, êşa me ye jî, êşa hemûyan parve dikin.”
Demîrtaş anî ziman ku, yek partiya ku rûyê xwe hebû beşdarî merasîma cenazeyan be BDP bû û çimkî heta niha partiya ku her tim aşîtî xwestiye BDP ye. Wiha dewam kir, “em dibêjin ku çareserî di siyasetê de ye, di biratiyê de ye. Ji vê girîngtir tiştek heye? Hemû malbat vê ferq dikin, lê dixwazin ji bo berjewendiyên xwe BDPê û di şexsê BDPê de gelê Kurd lînç bikin. Ku em çawa qetlîama Dîlokê lanet dikin, yên ku êrîşa partiya me kirine û em xistine hedefê jî em lanet dikin.”