Cîhan

Li Venezuelayê bobelata rafîneriyê: 24 kes mirin

Hatiye ragihandin ku, li Venezuelayê, li eyaleta Falcon, li rafîneriya neftê teqîn qewimiye. Di encama teqîna rafîneriyê de, hejmara kesên ku jiyana xwe ji dest dane, gihaştiye 24 an. 

Waliyê Falconê Stella Lugo Paraguana daxuyandiye ku, li rafîneriya Amuay a nîvgirava Venezuela a herî mezin teqîn pêk hatiye û piştî teqînî şewat derketiye. Şewat xistine bin kontrolê. 

Walî Lugo Paraguana, di daxuyaniya ewil de hejmara kesên ku jiyana xwe wenda kirine 19 diyar kiribû û 53 kes jî birîndar bûbûn.

Serokdewletê Veneuela Elias Jaua, piştî teqînî serdana Falconê rafîneriya Amuayê kiribû û li ser ekranê televizyonê îfade kiribû ku, di nav kesên jiyana xwe wenda kirine de, gellek leşkerên ku mensubên yekîneya Muhafizên Netewîne hene.   


 

 

 

Back to top button