Polîtîk

Arif Teyfur li Bexdayê bêdengî şikand

 

Arif Teyfur cîgirê serokê parlamentoya Kurdistanê di daxuyaniyekê de dibêje ku, mirov tênagehe çima cîgirê serokwezîrê Îraqê bo karûberên enerjiyê li hember destdirêjiyên Îranê bo ser bîrên neftê yên Îraqê bêdenge.

Arif Teyfur ku di heman demê de endamê serokatiya Partiya demokrata Kurdistanê ye, di daxiyaniyekê de behsa destêwerdanên Îranê di axa Îraqê de û bêdengiya Hisên Şehristanî li heber wan teserifên Îranê dike û dibêje:

          Îran destdirêjiyê dike ser bîrên neftê yên li nav axa îraqê û Hisên Şehristanî cîgirê serokwezîrê Îraqê bo karûbarên enerjiyê li heber wan destêwerdanên Îranê bêdeng e. Ez li heber bêdengiya Şehiristanî ecêbmayî dimîn im.

Teyfur ji Şehristanî pirs dike; Gelo çima bîra Nefitxane a neftê li bajarê Xaneqînê nêzîkî sînorê Îranê hatiye piştguhxistin ku, ji sala 1927ê were ew bîr hatiye ditin û Îran fêdey ji wê  bîra neftê a îraqî dibîne?

Weke tê zanîn Hisên Şehristanî berdewam dijî siyaseta herêma Kurdistanê a diwarê neftê de daxiyaniyan dide û kompaniyan ku dixwaqzin li herêma Kurdistanê di warê neftê de sermayedariyê bikin tehdîd dike. Ev yekem care berprisekî bilin yê kurd li Bexdayê bêdengiyê dişkîne û behsa Şehiristanî dike.

 

Back to top button