Civak

Emê li Colemêrgê petrolê bigerin

Tirkiye li devera Colemêrgê di dest derxistina petrolê dike.

Di vê derbarê de Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî yê Tirkiyê Taner Yildiz daxuyaniyek da û got ku, bihara werê dê dest legerinek berfireh li devera Colemergê ji bo dîtin û derxistina petrolê bikin.

Wezîrê çavkaniyên xwezayî di derbarê heyin û derxistina petrolê de got: Ez vekirî dibêjim emê li gel hemû hêza xwe ya ewlehiyê li vê deverê dest karê lêgerina petrolêbikin. Tekoşîna li dijê terorê di emek kurt nekarîbê bête encamdan. Lê em mehên di pêşiya me de li vê herêmê dest lêgerina petrolê dikin.

Navê Colemergê eve 30 salin tenê bi şer tê rojevê. Wek din ev dever bi hemi awayî qada şerek qirêje.
Li Tirkiye û cîhanê şirketên mezin yên petrolê dixwazin li gelek deverên Kurdistanê lêgerinê ji bo petrolê bikin û herweha gelek şirketên biyanî dixwazin li Kurdistanê cihê lingê xwe bibînin da ku ji xwe re bazarekî nû vekin.

Bê goman ev yek dê bibe sedemek bingehîn ji bo pêşketina herêmê di aliyî aborî û civakî de.

Lê şerê herêmê heyî û bê istikrariya li herêmê sedemê yekem e ku kesek naxwaze  kar bike. Bingehê ku rasmalek bikeve deverekî îstikrar e.
Ji bo istikrarê dive daxwazin kurda bêne pejirandin û ev şerê heyî ji hole rabe û ji berî her tiştekî xelkê deverê di aramiyê de bijî.

Back to top button