BDPê doza lêborinê ji Ocalan kir
Protokola hevdîtina navbera heyeta BDPû Oacalan de hatî nivîsandin, di rojnama Milliyetê de hatibûn weşandin. Li ser vê yekê BDPê û aliyên hukumetê hev tawanbar kirin.
Lî dawîyê de hate eşkerekirin ku ev protokol bi rêya BDPê hatiye eşkere kirin.
Li ser vê yekê îro BDPê daxuyaniyek niviskî belav kir. Di daxuyaniyê de tê gotin ku , sê kesan ev perotokol dane medya Tirkî, Edemên Meclisa BDPê ne.
Du kes ji wan endamê meclisa Partiyê ne kesek jî ragihandina partiyê de kar dike. Endamên Meclisa BDPê M. Rauf Kocaman, Resul Baykara û ji ragihandina BDPê Ali Ozguc ev protokol eşkere kirine .
Daxuyaniyê de dibêje, ji bo vê yekê M. Rauf Kocaman û Resul Baykara dest ji karê xwe kişandine û Ali Ozguc jî ji kar hatiye durxistin.
Herweha di daxuyaniyê de BDP dibêje: Em ji bo vê bûyerê ji Ocalan doza lêborînê dikin û di nawende vê pêvajoyê de Ocalan heye û emê li dûv biryarê wî bin.
Lê BDPê ji bo vê bûyerê hinek kes itham kirîbûn doza lêborînê ji wan nake. Herweha behsa sedema eşkerekirina protokolê ji binî nake. BDPê bi vê bûyerê cardin da xuyakirin ku di vê pêvajoyê de rolê xwe yê pêwist nikarin bileyze. Gelek îdia hene ku ev protokol bi ser daxwaziya hinek jî Qendîlê hatiye eşkerekirin.
Herweha yek armanca eşkerekirina van protokola hebû, armanc vekirî sabote kirina vê pêvajoyê ye. Lê BDP di vê derbarê de tiştekî nabêje.
Dixweyê BDP bi xwe jî bi vê daxuyaniya ji bo raya giştî kirîn tatmîn nebûye.