Polîtîk

Başûr li benda biryarek çarenivîs e

Piştî parlamentoya İraqê bê beşarîkirina parlamenterên kurd budceya sala 2013ê pesind kir û daxwazên herêma Kurdistanê di budceyeê de nehatin tesbît kirin, li ser daxwaza serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî, hemû wezîr û parlamenterên kurd ji Bexdayê xwe vekişand bo Hewlêrê.

Di vê derbarê de Hişiyar Zêbarî wezîrê derve yê İraqê di daxuyaniyekê de got ku, wezîrên kurd amadene xwe ji hikûmeta İraqê vekişin eger serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî daxwaz bike:

Parlaemnter û wezîrên kurd amaden xwe ji hikûmeta İraqê vekêşin eger serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û serokatiya Kurdistanê fermana xwevekişandinê bide. Civînên wezîr û nûnerên kurd yên li Bexdayê digel serokê herêma Kurdistanê ji bo lihevşêwirînê bû.

Her li ser vê pirsê, Berhem Salih cîgieê sekreterê Yekêtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) di daxuyaniyekê de got ku, rewşa nuha ya İraqê nahê qebûlkirin û êdî nabe kurd li Bexdayê bên îhmal kirin:

İraq di kirîzeke kûr de ye, me pirsgirêkên mezin digel Bexdayê hene  û çênabe em bêdeng bin. Karbidestên Bexdayê û hikûmeta İraqê divê bizanin ku, em vê rewşa İraq tê de ye qebûl nakin û em rê nadin carek din kurd li Bexdayê bên îhmal kirin.

Salih got ku, hêşta herêma Kurdistanê biryara dawiyê nedaye ka xwe ji hikûmeta İraq vekêşin yan na, lê hemû îhtîmal vekirîne û serokatiya Kurdistanê digel aliyên siyasiyên Kurdistanê dişêwire ku bi hev re biryareke di berjewendiya gelê kurd de be bidin. 

Back to top button