BDP-PKK

   
1- BDP li hemberî pêşvekirina Kurd a ku hikumetê di sala 2009 de dabû destpê kirin, derket. Bele gelek qusûr û kêmasiyên pêşvekirinê hebûn, lê BDP ji bo nirxandinê jî qiymet nedayê.

2- Redkirina qanûna ku di referandumê de jî cîh digirta ya ku girtina partiyan asteng dikira. Ev helwesetek gelek balkêş bû. Binêrin, partiyek siyasî ku hemû partiyên wê hatine girtin, lê ew li hemberî qanûna ku girtina partiyan asteng dike derdikeve.

3- Piştî hilbijartina 12’ê Hezîranê ku bi awayek serkeft jê derketibû, BDP nehat sondxwarinê.

4- Tam di dema ku Öcalan û Wezîfedarên dewletê lihev kirin de, roja 14’ê Timehê kirina êrîşek. Öcalan behsa 15’ê Tirmehê dikir, lê hevdîtinan ew qas baş çêdibûn ku, hewceyê vê ne ma, qet tüne bê li ser sê mijarên girîng li hev hatibûn. Bi êrîşa Silvanê Öcalan ji dewrê hat xistin. Hêj jî BDP yîyan daxuyaniyek têr û tijî ji bo bûyerên ku bi êrîşa Silvanê destpêkir re ne kirine. Piştî ku hevdîtina MİT-PKK ket çapemeniyê, BDPyîyan di nav xwe de ketin qrîza meşruiyetê.
Ji berê ve neteweperestên Kurd van îdiayan derdixin pêş. ‘dewlet ne ji dile, me weke mixateb qebûl nake, çareseriya pirsgirekê bi yek alî dide ser me’

Her sê jî rastin. Lê di heyama nû de rewş ne wisa ye. Wezîfeya BDP ê ku piştî AK Partiyê weke 2. Ji hilbijartina 12’ê Hezîranê serkeftî derket, divê here meclise, di çêkirina qanûna bingehînde rolek erênî bilîze û pêvajoya pêşve kirinê bi awayek kûr bimeşîne.

Wisa xwiya dike ku hevdîtina MİT-PKK û li ser vê yekê daxuyaniya Serokwezîr ya ‘heke hewce be, dê MİT û PKK dîsa hev bibînin’ gotinên BDP berhewa kiriye. Dewlet bi rêberên PKK re raste rast hevdîtinan pêk tîne, mijarên ku li ser lihevhatin, dewlet bi xwe dibe Çiyayê Kandîlê, dide yên şer rêve dibin.

Operasyona li dijî endamên KCK, astengiyên ku hin saziyên dewletê derdixin, di pêvajoya çareseriyê de, rolek neyînî dilîze û BDP yîyan di vê mijarê de mafdarin. Lê bele çareserkirina vê meseleye jî çêkirina zemîna hevdîtin û lihevkirine ye. Di dema ku her roj sivîl tên kuştin de ji bilî xisûmet û dijmintiyê tu tişt din çênabin. Tevî van bi ziman be jî serokwezîr dibêje, ji mafan tawîz nayê dayîn, bi siyasiyan re hevdîtin wê bidome. Di vê rewşê de wezîfeya BDP yîyan weke mixatabekê bi bawer û pê re mizakere bêkirin xwe derxe pêş e.

Lê bele gelek kesên piştgirî didin mafên Kurdên bêguneh, êdî ji BDP ne hêvîdarin. An girêka şer û tundê baş naxwînin an jî nikarin ji dûv PKK bikevin.
Xalek ku lazime him ji bala kesên di tevgera siyasî ya Kurdan de cîh digirin him jî ji bala raya giştî dûr nekeve heye. Êrîşên ku ji 14’ê Tirmehê pê ve destpêkirî, ji êrîşên PKK yên din, xwedî taybetiyên cüda ne, ji Öcalan û PKK dibore. Yên PKK ji nêz ve teqîp dikin wê bizanibin, çalakiyên li ser navê PKK dane destpêkirin, ne weke êrîşên ku herkes zane ne. Ji gelek aliyan ve, li hemberî Türkiye, hêmû bajar û cihên ku lê sivîl dijîn, weke danezanîna şere.

Li gor min hin kes ji bo polîtiqaya Tirkiye ya Sûrî û Îsraîl re wisa bersiv didin.

Ali Bulaç

 

(xeberenkurdi.com)

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: