Civak

Melik Firat hat bîranîn

Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PARê) Serokê Rûmetê yê HAK-PARê Şêx Evdilmelîk Firat di 2emin salvegera koçkirina wî de, bi serdana gora wî ya li Xinisa Navçeya Erzirûmê û bi merasîmek jî li Salona Avahiya Odeya Pişesazî û Bazirganiya Amedê bibîranî.

Di yekê meha Çiriya Pêşîn ya 2001an roja Şemiyê Serokê Giştî yê HAK-PARê Bayram Bozyel û Rêvebirên Partiya HAK-PARê ji bo bibîranîn û serdana Evdilmelîk Firat çûn Xinisa Navçeya Erzirûmê û serdana gora wî kirin.

Li ser gorê, Serokê Giştî yê HAK-PARê Bayram Bozyel axafitinek Kurt kir. Bozyel, qal û behsa hevaltî, şexsiyet û meziyetên Şêx Evdilmelîk Firat kir û da zanîn ku ew gelek tişt ji wî fêrbune. Bozyel di berdewamiya axaftina xwe de anî ziman ku ew şopa ku malbata gorbuhîşt bi taybetmendiyên maf, azadî, cezaret û nefikirin danîne dê tu car bê xwedî nehêlin û dê bi dil û can di şopa wan de bimeşin.

HAK-PAR îro jî li Salona Avahiya Odeya Pişesazî û Bazirganiya Amedê, ji bo yadkirina Şex Evdilmelîk Firat, merasimek lidargist. Merasima ku Serokê Gişgtî yê HAK-PARê Bayram Bozyel, Serokê Berê yê Wezareta Çandî ya Herema Kurdistan Felaketîn Kakayî, Parlementerê Gruba Ked û Demokrasiyê Altan Tan, endam û rêvebirên HAK-PARê, Serok û Nûnerên Saziyên Sivîl beşdarbûbûn de Şex Evdilmelik Firat bi heskirin hat yadkirin.

Di merasîmê de li ser kurte jiyana Firat slaytek hat nişandin û beşdaran bi axaftinên xwe taybetî û girîngiya kesayetî û jiayna wî hat bibîrxistin.

Di merasîmê de jî Serokê HAK-PARê yê Giştî Bayram Bozyel axaftina destpêkê kir. Bozyel di axaftina xwe ya li vir de jî behsa rewşa ku bi hevre xebat kirin kir û wê demê weha bibîranî; “Di sala 1999an de hewldanên yekitiyê lezgîntirbûn.

Rewşa welat û ya devreyê welat yekitiyê li ser kurdan ferzkiribû.

Pişti xebatek dûr û dirêj, di 11 Sibata 2002 de bi serokatiya rezdar Abdulmelik Firat partiya me, Partiya Maf û Azadiyan hat damezirandin. Cara ewil bû ku gellek derdorên Kurd yên xwediyê fikrên cûda, di bin bana partiyek de, ji bo azadiya gelê Kurd hatibun ba hev…

Abdulmelik Firat ji malbatek bi kok û dindar hatibû. Lê wi tu car ferqi nedixist nava xwe û me. Wek hevalek, wek birayek bi me ra tevdigeriya. Bi tevazu û nefsbiçuk bu. Ezîti di kitêba wi de qet tunebû. Şêwr û mişewere di xebata wî de şiarek pir mihim bu. Di eyni wextê de gelek qedirşînas bu jî. Ji ber ked û xebata wan ya ji bo azadiya gellê Kurd, sosyalistên Kurdan teqdir dikir û ji bo fêdekari û xebata wan her tim sipasiyên xwe diani ziman…”

Di merasimê de Felaktîn Kakayî jî axaftinek kir. Kakayî diyar kir ku ew li ser navê Serokê Herema Kurdistanê Mesût Barzanî beşdarî vê merasîmî buye û dazanîn ku Evdilmelik Firat jî wek Hemû malbata xwe kedkar û têkoşerê maf û azadiyên gelê xwe têkoşiyê û piştî jiyanek bi zehmetkêşî çuyê dîlovaniya xwe. Kakayî di axaftina xwe de taybetiya malbata Şêx Evdilmelik Firat bibîrxist û anî ziman ku dê wek Şêx Seîdê Kal, dê Şêx Evdilmelik Firat jî wê bi berhemên bermayîyên jiyana xwe di dilan de tim bijî.

Altan Tan jî di axaftina xwe cerbandinên xwe yên bi Evdilmelik Firat re jiyabû parvekir û behsa şehsiyeta wî ya nevsbiçûk, zanyar, xwedî kûrfikrî û cesareta wî kir. Tan dazanîn ku ew kesekî ehlî heq û xwedî meziyetên mezin û giranbihabû.

Her weha merasim bi axaftina Neviyên Şex Seîd; Mihemed Tahir Akar, Diyadin Firat, Rêvebira HAK-PARê Sevgi Moray, Yek ji wan Damezrenêrên HAK-PARê Sebahattin Korkmaz û hin Serokên Saziyên Sivîl yên din dom kir. Merasîm bi xwendina helbesteke Cegerxwîn gihîşt encam û xilasbû.

(hakpar.org)

Back to top button