Civak

Komara Îslamiya Îranê ciwanek kurd îdam kir

Piştî ku 4 salan li girtîgehê ma, Komara Îslamî ya Îranê girtiyek din yê kurd li girtîgeha Kirman roja sêşemê (04.10.11) bidarve kir.
Li gor radyoya Ferda, ciwanek kurd yê bi navê Ezîz Xakzad (29) sala 2007ê bi tometa dijberîkirina nîzama îslamî û arîkarîdayîna grûbên dijmin, cezayê bidarvekirinê jêre derket. Di pêdeçûna ceza ya ji aliyê dadgehê ve cezayê wî bo 5 salan hat kêmkirin û veguhestin girtîgeha Kirman.

Hat ragihandin ku kesûkarên Xakzad nehatine agehdarkirin ku wê cezayê bidarvekirinê bê cîbicîkirin û berê derbarê wî cezayî de ti tiştek nehatiye belavkirin. Herwiha parêzerê wî yê taybet jî nezaniye ku wê ew ceza bê cîbicîkirin.

Li gor Rûdawê, rojnamevan û çalakvanê mafê mirov yê rojhilatê Kurdistanê Mesûd Kurdpûr rastiya bidarvekirina Xakzadî piştrast kiriye û wiha nivîsiye: “Heya niha nayê zanîn ku Xakzad bi tawanê arîkarîdayîna kîjan grûba siyasî hatiye cezakirin. Lê ji ber ku çalakiyên gêrîllayên PKKê li navçeya Xakzad hebûn, dibe ku ji ber PJAKê hatibe bidarvekirin.

Back to top button