Yekem keçe dibe berprisa saziyeke medyayê li Badînan

Yekem rêvebera radiyoya Dasiniyan ragehand ku, radiyoya wan ne ser bi çu aliyan ve ye û ji aliyê hîç part yan layenekê dî ve nahête paredarkirin (fînansekirin)
Rojnamevan û helbestvan Şîlan Ebdulmenaf ku di sala 1984ê de li devera Amêdiyê jidayîk bûye û di sala 2005ê dest bi karê ragehandinê kiriye. Yekemîn dezgehê ragehandê lê kar kirî kovara Vejen bû. Îro Şîlan rêvebera radiyoya Dasiniyan e û yekemîn rêvebera keç e li devera Badînan vî postî li dezgehekî ragehnandinê werdigire.
Şîlanê di hevdîtineke xwe de ji rojnameya wa re dibêje:
– Ev poste ji bo keçekê bi taybet li devera Badînan ne hêsan e û dibe egerê hebûna wezîfe, karkirin û westiyaneke zêde, lê ez şanaziyê bi vî karî dikim jiber ku, eve dê bibe dergehek bo keçên dî ku ew jî şiyanên xwe diyar kin û dahênan û afirandinên xwe nîşan bidin.
– Ez weke rêveberke reftarê digel karmendên radiyoyê nakim, lê em weke tîmeke yekgirtî kar dikin û ev çende bibe sedema serkeftina radiyoyê.
Şîlan ku, helbestan jî dinîvîse, li dor wan guherînên li radyoyê di kirîn, piştî wergirtina vî postî dibêje:
– Min gelek pilan, pêdaçûn, guhertin û nûkirin di radyoyê da çi ji aliyê berinameyan ve yan jî ji aliyê stafî ve kiirn û bi dîtina min guherîn despêke bo afrandinê û nuha gelek beriname hene û xizmeta gelek waran tê kirn kirin.
Şîlan lid or siyaseta radiyoyê dibêje:
– Em di warê siyasî da kar nakin ji ber ku radyoya me ji siyasetê dûre û siyaset pêdivî bi kesên bispor û şareza heye.
– Em kertê (sector) taybet in û em ne bi ser çu aliy yan patiyên siyasî û hikûmetê ve nînin. Lewra em xwebexiş kar dikin û ez û karmendên xwe şanaziyê bi vê xizmeta xwe bikin
War/Rojevakurd