Kultur

Îro merasimên cejna Cemayê ya êzidiyan dest pê dike

Merasimên  cejna Cemayê ya êzidiyan li perstgeha Laliş sibê dest pê dikin û heft rojan berdewam dibin. Li gor biryareke berê ya parlamentoya Kurdistanê rêja cejna Cemayê tatîla fermîye.

Xeyirî Bozanî rêveberê giştî yê karubarên êzdiyan li wezareta ewqafê û karubarên olî ya hikûmeta Kurdistanê ji rojnameya Evro re diyar kir ku  parlamento  û hikûmeta Kurdistanê biriyara bifermîkirina çar cejnên êzdiyan derkiriye ku cejna cemayê jî ku,  roja pêncşemiyê 6/10 dest pê dike û heta roja 12/10 dê  berdewam be û heft rojan bihênivedana fermî ye bo fermanberên êzdiyan li tevaya saziyên hikûmeta herêma Kurdistanê.

Buzanî got:
– Ev cejne dihête hijmartin ji cejnên dêrînên êzdiyan û merasimên wê li perstgeha Laliş di maweyê heft rojan da li dûv yek dihêne gêran û êzdî ji hemû dirên cîhanê jib o pîrozkirina vê cejnê qesta lalişê dikin. Li hemû êvariyên cejnê şahî û sema dihête kirin û dîndar û qewalzan jî bi erkê xwe radibin û beyit û qesîdeyên olî dibêjin.

Rêveberê giştî yê karubarên êzdiyan ew yek jî diyar kir ku li roja care ya cejnê perî dihête siwar kirin, li roja pêncê jî merasimên qepaxê dihêne gêran û li roja şeşê ya cejnê berê şibakê dihête siwar kirin û her kesekê nemorkirîbe, dê bi ava kaniya Spî hête morikirin, ango her rojekê marasimeke aynî li perstgeha Laliş dihête encamdan.

Back to top button